Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 25 jin hatin kuştin

  • 10:11 5 Cotmeh 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li gor çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya me amade kir 25 jin hatin kuştin 18 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 5 zarok hatin kuştin, 9 zarok hatin îstismarkirin, tundî û tecawiz li wan hat kirin. Di heman demê de polîsê bi wesayeta zirxî li Şirnexê bû sedema kuştina Mîraç Miroglu piştî îfadeyê hat berdan. Tevî tundî, îstismar, tecawiza li zarok û jinan tên kirin dadgehê vê mehê jî bersûc parast.
 
Li dijî zêdebûna tundiya li ser jinê ya li Tirkiyeyê lîstika sê meymûnan a îktidarê didome. Dewsa polîtîkayên pêşiyê li tundî û kuştinê digirin bên afirandin israra di rewakirina tundiyê de didome. Ev yek jî dibe sedema kuştina jinê. Îktidara di 20'ê Adarê de Peymana Stenbolê betal kir niha jî çav berdaye Qanûna Medenî. Bi vekirina meclîsê nîqaşkirina madeyên Qanûna Medenî hat rojevê. Jin ji aliyekî li dijî tundiyê ji aliyekî jî li dijî polîtîkayên îktidarê têkoşîna xwe mezin dikin. 
 
Di meha îlonê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin
 
Em vê mehê jî daneyên komkujiya jinan a îktidar ji berpirsiyariya wê direve, bi we re parve dikin. Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) di meha îlonê de 26 jin hatin qetilkirin. 19 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên me yên em her mehê amade dikin di meha îlonê de herî kêm 25 jin ji aliyê kesên nêzî wan ve hatin qetilkirin. Vê mehê 5 jin jî hat xwestin bên kuştin. 8 jin ji ber afirandina qadên bê ewle yên îktidarê bi tecawiz, destdirêjîyê rû bi rû man. 9 zarok bi tecawiz, tundî û êrişa zayendî rû bi rû hatin hiştin. 5 zarok jî hatin kuştin. 2 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û pitikek jî hat kuştin. 
 
'Destûrên bi şerd' ên îktidarê dibin sedema kuştinê 
 
Di meha îlonê de jî qetilkirina jinan a ji aliyê kesên wan nas dikin dewam kir. Li gor daneyan 10 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicî, 4 jin ji aliyê mêrên bi hev re bûn, 4 jin ji aliyê mêrên dikira ji wan veqetiyan, 2 jin ji aliyê lawên xwe ve, jinek ji aliyê tiyê xwe ve, jinek ji aliyê mêrekî wê nas dike ve hatin kuştin. Ji ber madeyên "Destûra bi şerd" a îktidarê bi qanûna înfazê diyar kir 2 jin jî ji aliyê mêrên bi destûra şerd ji girtîgehê derketin hatin kuştin. 
 
Li Stenbolê 6 jin hatin kuştin 
 
Li her bajarên Tirkiyeyê jin tên kuştin. Stenbol yek ji bajarê herî zêde jin lê hat kuştin e. Li Stenbolê vê mehê 6 jin hatin kuştin. Şirnex jî bû bajarê herî zêde jin lê ber bi întixarê ve hatin kaşkirin.