Rapora KCDP'ê ya Çileyê: 23 jin hatin qetilkirin

  • 12:29 2 Sibat 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
STENBOL - Li gor rapora tundiya mêr a li ser jinê ya Çileyê 2021'ê di Çileyê de 23 jin hatin qetilkirin û 14 mirinên bi guman ê jinan çêbûn. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) rapora tundiya mêr a li ser jinê ya çileyê eşkere kir. Li gor raporê di 23'yê Çileyê de 14 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jin ji aliyê kesên nêzî wan ve hatin qetilkirin
 
Li gor raporê ji 23 jinan heft jê ji aliyê mêrê bi wan re zewicî 6 jê bi mêrên bi wan re bûn û 2 jê jî ji aliyê mêrên berê bi wan re bûn, yek jê ji aliyê merê berê pê re zewicî, yek ji aliyê bavê xwe yek jî ji aliyê lawê xwe ve hat qetilkirin. 
 
Jin li malên xwe tên qetilkirin
 
Li gor daneyên KCDP'ê 16 jin li mala xwe du jê li kolanê yek di wesayetê de yek li eraziyê yek li cihekî bêdeng yek jî li otelê at qetilkirin. Cihê jinekê yê lê hatibû qetilkirin jî nehat tespîtkirin. 
 
16 jinên hatine qetilkirin sedema wê diyar nebû. 5 jê jin ji ber xwestiye ji mêrê pê re veqete, lihevkirin, zewac û têkilî qebûl nekirine û 2 jê jî ji ber hincetên aboriyê hatine qetilkirin. 
 
Li Stenbolê 7 jin hatin qetilkirin
 
Vê mehê herî zêde jin li Stenbolê hatin qetilkirin. Li Stenbolê 7 jin hatin qetilkirin.