Çeteleya Tundiyê ya 2020'î: 332 jin 33 zarok hatin qetilkirin

  • 10:48 4 Çile 2021
  • Çeteleya Tundîyê
Dilan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2020'î de ku herî zêde pandemiyê bandora xwe kir, li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine herî kêm 332 jin hatine qetilkirin, 110 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane, 33 zarok hatine qetilkirin û 49 zarok jî destdirêjî li wan hatiye kirin.  
 
Di sala 2020'î de Vîrusa Koronayê (Covid-19) bandora xwe li Tirkiyeyê û li hemû cîhanê kir. Bi pandemiyê re di 2020'î de tundiya mêr-dewletê hîn zêde bû. Rayedarên hukumetê yên banga "li mal bimînin" dikirin û bersûc dişandin mala xwe ji bo parastina jinê tu polîtîka pêş nexistin. Berovajî vê yekê bi sazkirina înfazê bersûc ji girtîgehan derxist û Peymana Stenbolê jî kir mijara nîqaşan. Di bin siya van pêkanînên neyînî de li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di 2020'î de 300 jin hatin qetilkirin û 171 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gor îktidarê jî daneyên qetilkirina jinan li gor 2019'an ji sedî 21 kêm bûye. 
 
Tundiya mêr zêde bû
 
Li Dêrsimê d, 5'ê Çileyê 2020'î de Gulîstan Doku hat windakirin li dijî vê yekê jinan têkoşîna xwe mezintir kirin. Di 2020'î de pirsa 'Gulîstan Doku li ku ye?' hat kirin û gelek jin hat qetilkirin û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li Mûşê Fatma Altinmakas ji ber li dadgehê tercumantiya ji bo zimanê kurdî jê re nehat kirin nikaribû tecawiza lê hatiye kirin rave bike û ji aliyê mêrê pê re zewicî  Kazım Altınmakas ve hat kuştin. Zeynep Şenpinar jî ji ber  Ahmet Selim Kemaloglu red kir hat qetilkirin. Pinar Gultekin jî ji ber Cemal Metin Avci red kir hat qetilkirin. Îpek Er jî ji aliyê Çawişê Pispor Mûsa Orhan ve bi tecawizê rû bi rû hat hiştin. Ev mînakana tabloya 2020'î radixîne pêş çavên me. 
 
332 jin hatin qetilkirin
 
Me wekî Jin Newsê hewil dan ku em tundiya mêr-dewletê ya li ser çapemeniyê derket pêş bi raya giştî re parve bike. Li gor daneyên ajansa me kom kir di 2020'î de mêran herî kêm 332 jin qetil kirin. Ji 42 jinên ku hatin qetilkirin bersûcên wan nehatin dîtin. 290 jin jî ji aliyê kesên nêzî van ve hatin qetilkirin. Di nava vê salê de 110 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
83 jin hatin xwestin bên qetilkirin 
 
Di nava salekê de 83 jin hatin  xwestin bên qetilkirin 94 jin destdirêjî li dijî van hatin kirin û tundî li wan hatin kirin. 
 
33 zarok hatin qetilkirin
 
Di 2020'î de jî êrişa zayendî û tundiya li zarokan hat kirin her wiha komkujiya zarokan zêde bûn. Di salekê de herî kêm 33 zarok hatin qetilkirin û li 14 zarokî tundiya fizîkî hat kirin. Li 49 zarokî êrişa zayendî hat kirin û 33 zarokî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Dadgehan pêşeroja bersûcan fikirîn
 
Di nava salê de gelek dozên tundîtiya mêran hatin dîtin. Çalakîyên jinan ên li ser medyayê û bûyîna wan li dadgehê her ciqas li ser biryaran bandorek kiribe jî ji ber biryarên wek “ rewşa baş”, “ tahrik” û “ parzinandin” ê pêşeroja mêran hat fikirandin û ev yek jî ji bo wan bû wek xelatekê. Di nava salê de herî kêm ji bo bersûcên 36 dozan daxistina rewşa baş hat bikaranîn.
 
Sala borî hema bibêje li her bajarên li tirkiyeyê qetla jinan rû da, di nav van bajaran de jî herî zêde li Stenbolê bûyerên qetil û mirnên bi şik rû dan. Li Stenbbolê 49 jin hatin qetilkirin û 19 jin jî bi awayekî şikbar hatin kuştin.
 
Qetla mêrên bi ûnîforma
 
Mijara sereke ya di sala borî de qetlîem û tecawiza bi destên mêrên bi unîforma bû. Yek ji bûyerên ku jina berteka xwe li dijî wê nîşan da jî destdirêjiya Mûsa Orhan a li dijî Îpek Er  bû. Dîsa li Cizîrê destdirêjiya Çawişê Pispor Alapslan A. a li dijî zarokekê û li Wanê destdirêjîya Çawişê Pispor  Tufan A. a li dijî zarokekê wek mijarên sereke derketin pêş. Di nav sala bihurî de 12 jin bi destên mêrên bi unîforma hatin qetilkirin.
 
Jin herî zêde bi çekê hatin qetilkirin
 
Devleta heyî rê li ber çekgirtina takekesî nagire loma em dibînin ku mirinên herî zêde îsal qewimîn bi çekê bûn. Di nava vê salê de 148 jin bi çekê hatin qetilkirin. Jinên din  bi amûrên wek kêr û îşkenceyê hatin qetilkirin.
 
Di meha kanûnê de mêran 20 jin qetil kirin
 
Li gor cetwela me ya tundiyê di meha kanûnê de jî 20 jin hatin qetilkirin, mirina bi şik a 8 jinan rû da. Bi taybetî di dawîya salê de mirina Akademîsyen Aylîn Sozer, Selda Taş, Vesîle Donmez û Betul Tugluk ku di heman rojê de hatin qetilkirin bû sedem ku jin biherikin qadan. Jinên ku derketin qadan li dijî tundiya mêr- dewletê banga piştgiriyê kirin.