Çeteleya Tundiyê ya Mijdarê: Mêran 30 jin qetil kirin

  • 10:38 3 Kanûn 2020
  • Çeteleya Tundîyê
Dilan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor çeteleya tundiya me ya li gor nûçeyên çapemeniyê me amade kir mêran herî kêm 30 jin qetil kirin. 8 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û 11 jin hat xwestin ku bên qetilkirin. Her wiha 2 zarok hatin qetilkirin. 
 
Her meh hejmara qetilkirina jinan zêde dibe û rayedarên hukumetê jî dewsa ku li ser polîtikayên bêceazahiştinê bisekinin di bernameyên ku beşdar dibin de têkoşîna jinê hedef digirin. Herî dawî Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê beşdarî çalakiyekê bûbû û di çalakiyê de wiha gotibû:"Ev mersele bi nivîsandina du dirûşman a li ser tabelayê çareser nabe." Bi vê yekê dîsa hat dîtin ku komkujî û tundiya li ser jinê jinedîtîve tê. Vê mehê di 25'ê Mijdarê de jinan li her qadan bertek nîşanî tundiyê dan. Îktidarê jî jinên ku di 25'ê Mijdarê de derketin qadan bi hepiskirina malê û dûrxistina ji qadan ceza kir. Lê belê jin li dijî hemû zextan îsal jî derketin qadan û li dijî tundiya mêr-dewletê dengê xwe bilind kirin. 
 
Di vê serdema Virûsa Koronayê (Covid-19) zêde bûye de ji nêvî jinên hatin qetilkirin li malên xwe hatin qetilkirin. Gelek jin li cihên karên xwe û gelek jî li ber deriyê edliyê hatin qetilkirin. 
 
30 jin hatin qetilkirin 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de daxuyand ku di meha mijdarê de 29 jin hatine qetilkirin û 10 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên me jî vê mehê herî kêm 30 jin ji aliyê nasên xwe ve hatin qetilkirin, 8 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jineke hat kuştin hîn bersûcê wê nehatiye dîtin û 11 jin jî hatin xwestin bên qetilkirin. Herî kêm destdirêjiya 6 jinî hat kirin û bi tecawizê rû bi rû hatin hiştin. Darazê jî dev ji polîtîkaya xwe ya bêcezahiştinê berneda. 
 
Li Îzmîrê 4 jin hatin qetilkirin
 
Vê mehê Îzmîrê di nava bajarên herî zêde jin lê hat qetilkirin de cihê xwe girt. Li Îzmîrê vê mehê 4 jin li Mêrsînê 2 jin hatin qetilkirin û jinek jî hat xwestin bê qetilkirin. Hema hema li her bajarên Tirkiyeyê jin hatin qetilkirin. Jin jî ji bo xwe biparêzin têdikoşin. Li Bursayê Îsmaîl I. xwest hevala xwe Zehra Y. bi çekê qetil bike. Zehra ya ku bi awayekî birîndar bi tundiyê rû bi rû hat hiştin xweparastina rewa kir û Îsmaîl I. kuşt.  
 
Mêrên bi unîforma 5 jin qetil kir
 
Dîsa vê mehê mêrên bi uniforma jin qetil kirin. Vê mehê çawişên pispor, berbaz û cerdevanan 5 jin qetil kirin.