Di 6 mehên ewil yên 2020’an de 124 jin hatin qetilkirin

  • 09:51 6 Tîrmeh 2020
  • Çeteleya Tundîyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çekdariya şexsî, bi qanûna înfazê re berdana gumanbaran, mekanîzmayên di pêvajoya pandemiyê de hatin rawestandin, şîdet û kuştinên li hember jinan zêde kir. Di meha hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin. Di 6 mehên ewil yên 2020’an de jî 124 jin hatin qetikirin.
 
Ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jinên sê mehan neçar man li malê bimînin, herî zêde ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Di meha nîsanê de bi qanûna înfazê ya hat derxistin re kujerên jin û zarokan hatin berdan, ji aliyê lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) ve ji bo bikaranîna qanûna hejmar 6284 sînorkirin hat anîn. Jinên ku nikaribûn biçin stargehan cih neman ku serî jî lê bidin. 
 
Şîdeta li ser jinê di vê pêvajoyê de zêde bû û di 6 mehên ewil yê salê de 124 jin hatin qetilkirin. 86 mirinên bi guman wekî "xwekuştin" derbasî qeydan bûn û faîlên wan nehatin dîtin. 
 
Di meha borî de li Amed, Agirî, Mêrdîn û gelek bajarên din mirinên biguman yên jinan pêk hatin û piranî di bin navê întîxarê de derbasî dosyayan bûn. Di 10 rojên ewil yên hezîranê de ku pêvajoya normalbûnê destpê kir de 10 jin hatin qetilkirin û bajarê ku herî zêde lê kuştinên jinan pêk hat Stenbol bû.
 
Em Jinnews ku her meh çeteleya şîdetê amade dikin, vê mehê jî tiştek neguherî. 25 jin ji aliyê xizmên wan ve hatin qetilkirin, 16 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha hezîranê de 16 jin bi şîdetê, kuştinê re hatin rû hev. 16 zarok hatin qetilkirin û bi îstîsmarê re rûbirû man.