Di meha nîsanê de 34 jin hatin kuştin

  • 11:38 4 Gulan 2020
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Di meha nîsanê de 34 jin ji hêla meran ve hatin kuştin û 22 jin jî bi kuştinê re rûbirû man. 
 
Bi belavbûna vîrûsê re li gelek gelek welat tedbîrên cuda hatin girtin. Li Tirkiyeyê jî ligel biryarên qedexên derketina derve ya dem demî hat dayîn jî du meh in bangewaziyên 'li malê bin, jiyan li malê xweş e' tê kirin. Di vê pêvajoyê jin bêtir bi şîdetê re rûbirû man û her wiha barê li ser milê jinê di pêvajoya vîrûsê de bêtir zêdetir bû. 
 
Li gorî daneyên ajansa me Jin Newsê di meha nîsanê de 34 hatin kuştin. 11 jin ji hêla naskiriyên xwe ve hatin kuştin, mirina 18 jinan jî bi guman e. Her wiha di meha nîsanê de jî 5 jin hatin kuştin. Li gorî daneyên me 22 jin li malê û li dervê bi şîdete re rûbirû man. Her wiha zarokek jî bi êrîşa zayendî re rûbirû ma.