Di meha mijdarê de 38 jin hatin kuştin

  • 10:32 5 Kanûn 2019
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Di meha mijdarê de 38 jin hatin kuştin, 20 jin jî ji kuştinê rizgar bûn, 13 zarok bi şîdet û êrîşa zayendî re rûbirû man û 3 zarok jî hatin kuştin. 
 
Li Tirkiyeyê kuştin û şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêdetir dibe. Rêxistinên jinan bi aşkerakirina rapor û daneyên xwe rewşa xirab tînin ber çavan. Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de 39 jin hatin qetilkirin. Di daneyên ku her meh tê ragihandin de diyar dibe ku her ku diçe kuştin zêdetir dibe. 
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha mijdarê de 38 jin hat kuştin. 24 jin ji hêla xizmên xwe ve hatine kuştin. 14 mirina jinê jî bi guman e. Her wiha li gorî daneyên me 13 zarok jî bi şîdet û êrîşa zayendî re rûbirû mane û 3 zarok jî hatin kuştin. 
 
Wekî her car dadgeh dîsa di meha mijdarê de jî bû alîgîrê kujer, tecawizkar û sûcdaran. Midûrê Navenda Şopandin û Rawestandina Şîdetê (ŞONÎM) ya Bursayê, Tayfûn Erol destdirêjî 11 jinan kir.