Çeteleya meha cotmehê: 38 jin hatin qetilkirin 13 zarok hatin îstismarkirin

  • 11:17 4 Mijdar 2019
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE-Tundiya mêr-dewletê di meha cotmehê de jî dewam kir. Di meha cotmehê de 38 jin hatin qetilkirin, 18 jin bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin û hat xwestin ku bên qetilkirin, 13 zarok jî hatin îstismarkirin.
 
Tundiya li dijî jin û mêr her ku diçe dewam dike. Polîtîkayên bêcezabûnê, gotinên medyayê yên zayendperest, daxistina halê baş ê darazê dibe sedema zêdebûna kuştin û îstismara li dijî zarokan. Pakêta duda ya darazê ya ku di rojevê de ye jî dibe sedema gumana ku ew îstismara li dijî zarokan zêde bibe. Li gor rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di cotmehê de 36 jin ji aliyê mêran  ve hatin qetilkirin. Me jî wekî JINNEWS'ê daneyên xwe yên vê mehê diyar kir. Li gor daneyên me di meha cotmehê de 22 jin ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatin qetilkirin û 16 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan, 18 jin bi tundiyê tacîzî rû bi rû hatin mayin û hat xwestin    ku bên qetilkirin. 2 zarok hatin  qetilkirin û 6 zarok bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin û hatin xwestin ku bên kuştin.