Rapora Sibatê ya KCDP'ê: Di 28 rojî de 31 jin hatin qetilkirin

  • 14:21 4 Adar 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya sibatê ya derbarê tundiya li ser jin û zarokan aşkere kir. Li got raporê di 28 rojî de 31 ji aliyê mêran hatin qetilkirin. Di raporê de bal kişandin ser Peymana Stenbolê û hat xwestin ku tiştên ku hewce dike bê kirin. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya sibatê ya derbarê tundiya li ser jin û zarokan aşkere kir. Li got raporê di 28 rojî de 31 ji aliyê mêran hatin qetilkirin. Di raporê de bal kişandin ser Peymana Stenbolê û hat xwestin ku tiştên ku hewce dike bê kirin. 
 
'Peywira dewletê ye ku jinê biparêze'
 
Di raporê de hat diyarkirin ku gelek qetlîam tê xwestin ser wan bên girtin û wiha hat domandin:"Medyaya ku ji aliyê dewletê tê bi rêvebirin dixwaze ku cinayet û komkujiyên li ser jinê bê rewakirin. Vê mehê jî rayedarên dewletê peyvên ku dijminatiya li dijî jinê zêde dike, kirin. Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Binalî Yildirim bi gotinên xwe yên "Xizmetê bike, rehet bike" tundiya di nav malê de geş dike. Peywira dewletê ye ku jinê biparêze. Divê Peymana Stenbolê bi awayekî çalak têkeve meriyetê."
 
Jin dema ku dixwazin derbarê jiyana xwe de xwedî biryar bin tên qetilkirin
 
Di raporê e hat gotin ku 8 cinayetên ku li dijî jinê hatiye kirin vê mehê wekî kuştinên bi guman hatine qedkirin û wiha dewam kir:"Mirina 13 jinî nehat tespîtkirin û 8 jin jî ji ber ku xwestin derbarê jiyana xwe de biryarê bidin hatin qetilkirin. Heta ku sedema mirinan neyê tespîtkirin dê mirin zêde bibin."
 
Di raporê de li gor bajaran mirên jinan wiha ye:"Hatay 5, Stenbol 5, Enqere 3, Dîlok 2, Meletê 2, Mêrsîn 2, Edene 1, Balikesir 1, Bolu 1, Burdur 1, Bursa 1, Çorum 1, Kirikkale 1, Kocaeli 1, Kutahya 1, Manisa 1, Trabzon 1.
 
Dîsa di raporê de derbarê 25 jinên ku hatine kuştin biryara parastinê hatiye dayin  an nehatiye danîn nayê zanîn. Tê zanîn derbarê 2 kesî de biryara dûrxistinê heye lê derbaê 4 kesî de biryara dûrxistin û parastinê tune ye. 
 
Çekdarbûyina takekesî dibe sedem ku jin bên kuştin
 
Di meha sibatê de jî ji ber çekdarbûyina takekesî 11 jin hatin qetilkirin û hat diyarkirin ku ji sedî 40 jin bi çekan hatine kuştin. Her wiha di raporê de hat gotin ku dema saziyên bi bûyerê têkidar dibin peywira xwe bi cih nînin jî kuştinên jinan zêde dibe. 
 
Dîsa di raporê de hat diyarkirin ku têkoşîna jinan a hiqûqî didome. 
 
22 jin bi îstismara zayendî rû bi rû hatin hiştin 
 
Li gor daneyên KCDP'ê di meha sibatê de herî kêm 22 jin bi îstismara zayendî rû bi rû hatine hiştin. Di raporê de tacîza ku polîsan li xwendekara zanîngehê Merve Demirel kiriye jî hat nivîsandin. Di raporê de hat gotin ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu polîsê ku tacîz pêk aniye parastiye û her wiha Rojnameger Derya Okatan jî ji ber ku bi Merve Demirel roportaj kiriye hatiye binçavkirin. 
 
'Îstismara li zarokan tê kirin didome'
 
Di raporê de ji bo îstismara zarokan jî daneyên wiha hatin dayin:"Vê mehê jî nûçeyên derbarê îstismara li dijî zarokan hat rojevê. Heta ku  ji bo zarokan edalet neyê avakirin ew ê nûçeyên bi vî rengî her bên. Ji ber ku ev gav nayê avêtin îstismara li dijî zarokan tê veşartin jî. Loma tundiya li dijî zarokan jî zêde dibe."
 
'Jin bajarên ku lê nayên qetilkirin dixwazin'
 
Di dawiya rapora KCDP'ê de hat gotin ku nayê xwestin jin di qada siyasetê de çalak bin û wiha dewam kir:"Di 8'ê Adarê de dê saet di 13.00'an de li Qada Kalkedon a Kadikoyê dê çalakî bê lidarxistin."