Nûjiyan bû dengê jinên êzidî

  • 09:04 21 Adar 2024
  • Portre
 
Cîlan Roj
 
ŞENGAL - Nûjiyan bû şahidê êrişên DAIŞ’ê, berxwedan û dengê jinên êzidî. Endama TAJÊ Neam Îlyas, diyar kir Nûjiyan li Şengalê kedek mezin da û got: "Keda ku li vir ji bo azadiya êzidiyan hat dayîn û şehîdên ku hat dayîn divê neyên jibîrkirin." 
 
Rojanameger Tuba Akyilmaz bi nasnav Nûjiyan Erhan, nûnertiya kevneşopiya çapemeniya azad li Şengalê bi derxistina heqîqeta civaka êzidî û jinên êzidî nîşanî cîhanê da. Gelek malbatên êzidî navên zarokên xwe kirin Nûjiyan û gelek jinên ciwan jî bûn şopdarê wê, pênûs û kamereya wê li erdê nehiştin. 
 
Nûjiyan di 1987’an de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat dinê. 8 xwişk û bira bûn. Bavê wê karmend bû û ji ber karmendiyê li navenda Rihayê bi cih dibin. Nûjiyan xwendekarek serkeftî bû. Fakulteya mîmariyê qezenc dike. Lê li aliyê din jî li dijî şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng namîne. Dema zanîngehê dixwînê biryar dide û di sala 2008’an de berê xwe dide çiyê. Nûjiyan wek mertala zindî diçe çiyê û ji Qendîlê venagere. Di jiyana Nûjiyanê de pêvajoyek nû dest pê dike. Êdî ew rojnamegerek bû. Li Qendîl, Başurê Kurdistan û herî dawî jî li Şengalê rojnamegerî kir. 
 
Nûjiyan bû şahîda êrişên DAIŞ’ê û têkoşîna jinên êzidî ya li dijî DAIŞ’ê. Du salan li Şengalê ma. Êrişên DAIŞ’ê bi hemû cîhanê da bihistin. Hewara jinên êzidî bi cîhanê da bihistin. 
 
Di nav zehmetiyan de afirandina derfetan 
 
Nûjiyan di nivîseke xwe de wiha behsa têkoşîna jiyanê ya êzidiyan dike: “Gelên Êzidî ji ber êriş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê xwe sipartin çiyayê Şengalê. Di şert û mercên herî zor û zehmet de rêyên hêsankirina jiyanê ji bo xwe afirandin. Gelê Êzidî di binê axê de nêzî 100 metreyan xwe gihandin avê û bi wê avê hem pêdiviyên xwe yên jiyanê bi cih di anîn, hem jî baxçeyên xwe pê av didan. Ew ava ji binê erdê dihat diherikî hewzên ku nû çêkiribûn, hewz tije dibûn û bi xortoman digihandin hemû baxçeyan. Lê belê ev rewş ji bo zarokan bûbû kêfxweşî, ji bo xwe hênik bikin û bilîzîn qet firsend winda nedikirin û di van şert û mercên zehmet de ji bo xwe derfet ava dikirin.”
 
Şopandina kêlî bi kêlî... 
 
Li çiyayên Şengalê dema gav ji bo jiyana nû dihatin avêtin, Nûjiyanê jî ev hemû kêlî bi kêlî dişopand, heta hêzên pêşmergeyên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrişî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin. Di wê kêliyê de jî Nûjiyanê kamera û wênekêşa xwe girt destên xwe û têkoşîna Şengalê ya li hemberî PDK'ê bi cîhanê da ragihandin. Dema hêzên PDK'ê êriş kir, rojnamevan Nûjiyan ji serê xwe birîndar bû û bi rojan li nexweşxaneya Hesekê ya Rojava di beşa Lênêrîna Awarte de têkoşîna jiyanê da. Nûjiyan piştî têkoşîna 19 rojan di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Nûjiyan yek ji wan rojnamegeran bû ku di rêya heqîqetê de dimeşiya. Di heman demê de li Ciyayên Şengalê di destpêkê de rojnamegerên jin jî di nav de gelek kedkarên çapemeniyê perwerde kir. Demek kurt lê belê di demek zor de li Şengalê rojnamegerî kir...
 
'Kulîlk jî di nav berxwedaniyê de ne'
 
Nûjiyan bi sernavê nûçeya “Li Şengalê kulîlk jî di nava berxwedaniyê de ne” wiha behsa berxwedan û kulîkan kiribû: "Kulîlka di nava betonê de vekirî li beramberî zoriyên herî mezin ji bo xwe jiyana nû ava kirine. Li Şengalê piştî zivistanek xedar, bi destpêkirina havînê re bi vê ve girêdayî di nava malên xirabûyî de ew kulîlkên ku di nava xirbeyan de mabûn ji nû ve şîn bûbûn, bi hemû xweşiktiya xwe li beramberî êrişan meydanê dixwînin. Di nava wan malên ku dema çeteyan bomba kiribûn de jiyan her çiqas weke ku sekinîbe xuya bike jî rehên wan kulîlkên ku di binê erdê de bûn qet guh nedabûn wan bombeyan û serê xwe rakiribûn, careke din şîn dibûn. Li wan çiyayan têkoşîn berdewam dike, parastina wan malên terikandî jî ev kulîlk dikin.”
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Ilyas ji ajansa me re axivî û bal kişand ser têkoşîna Nûjiyanê. 
 
'Nûjiyan gihaşt hewara jinên êzidî'
 
Neam, di destpêka axafina xwe de pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha axivî: "Em tu carî şehîdên ji xwe bîr nakin. Di şexsê Şehîd Nûjiyan em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Nûjiyan, di dema herî tengde berê xwe da me û gihaşt hawara jinên êzidî. Nûjiyan wek rojnamegerek û wek jinek çi hat serê me, jinên êzidî çi dît, çi jiya û bi çi zehmetiyan re rûbirû ma bû şahid û nivîsand. Bû dengê heqîqet û rastiyê û bû dengê hewara jinên Şengalê. Di dema herî tengav de hat."
 
'Rojev sekn tunebû' 
 
Neam, wiha behsa kesayetiya Nûjiyanê kir: "Şehîd Nûjiyan miroveke pêyv xweş bû. Kesên li cem wê ji wê têr nedibûn. Xwîn germ bû. Mirov pê ve dihat girêdan. Bi taybetî jî dayik. Her tim dihat cem me. Çi kar hebû dikir û rojek nedisekinî. Ne baran, ne sir û serma li hemberî Nûjiyanê nedibû pirsgirêk her digeriya. Diçû her malê. Ew jî wekî şengaliyan di konan de dima. Me çi zehmetiyên jiyanê dît ew jî bi heman zehmetiyan re dijiya. Gelek caran li ber baranê şil dibû. Ji bo karê ragihandinê bike konê xwe anî li cem me danî û ew û hevalên xwe dixebitin. 
 
'Sohbet xweş û rûken bû' 
 
Neam, diyar kir ku têkiliya wê ya malbatan re gelek germ bû û got: "Her tim dihat serdana min û digot ez gelekî bîra we dikim. Ji min re behsa dayika xwe dikir. Piştî fermanê ji bo em hinek bên serhemdê xwe bang li me dikirin û dixwestin em hînê xwendin û nivîsandinê bibin. Bi tîpên latînî kurdî nîşanî me dida. Ji min re digot ‘Dayika min jî dixwest hînê xwendin û nivîsandinê bibe û min nişanî wê da.' Di jiyana rojane de her tim sohbet xweş û rûken bû."
 
'Bi xiyaneta PDK'ê hat qetilkirin'
 
Neam, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hedef girtina Nûjiyanê: "Em gelekî bi şehîdketina Nûjiyan re êşiyan. Her tim li ber me bû. Dema êriş heba diçû, dema di nav milete xebat hebûya dihat. Li hemû deran amade bû. Li ku derê hewcedarî hebûya diçû li vir. Di sala 2017’an de dema PDK a ku hevkariya Erdogan dike bi xiyanekete mezin bi ser Şengalê de hatin û êriş kirin. Dema êriş birin ser Xanesorê, vê demê hevala me Nûjiyan bû hedefa wan. 9 û 10 hevalên me şehîd xistin. Di nav de hevalên me yên jin jî hebûn. Heval Nûjiyan, Nazê, Têkoşîn bûn hedef. Bi navê Peşmergeyên Roj û hêzên taybet hatin û êriş kirin. Ev kes tirk bûn û kurdî nedizanîn. Em li dijî wan êrişan derketin û me got ev ax hatiye rizgarkirin. Li vir xwestin xendekan bikolin. Wek xelkên Şengalê em hemû çûn cem wan pêşmergeyan û vê demê Nûjiyan hedef girt û birîndar bû. Heval Nûjiyan 19 rojan li ber xwe da û piştre şehîd bû."
 
'Em keda Nûjiyanê tu carî jibîrnakin'
 
Neam, da zanîn ku divê li hemberî siyaseta qirêj û dijminan têkoşînek bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîdketina wê gelek bi êş bû. Hevalek hêja bû, dilgerm bû. Şehîdxistina vê xiyaneteke mezin bû. Heta îro jî li hemberî êzidiyan xayintî tê kirin. Bi siyaseta qirêj êrişê li me, Şengalê û jinên êzidî dikin. Hevalên ku niha li vir kar û xebat dimeşînin şopdarên Nûjiyanê ne. Keda Nûjiyan li vir gelek zêde ye. Karê ragihandinê nîşanî ciwanan dida. Em keda wê tu carî ji bîr nakin. Em jinên ciwan dixwazin ku bila bibin şopdarê Nûjiyan e, cihê Nûjiyanê vala nehêlin. Li hemberî dijmîn û siyaseta qirêj bisekînin. Divê keda ku li vir ji bo azadiya axê hat dayîn û şehîdên ku hat dayîn neyê ji bîrkirin."