Kenê wê jî wek têkoşîna wê bû

  • 09:04 6 Çile 2024
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîdan Dogan ku ji aliyê hevalên xwe ve wek "Nûnera lêgerîna heqîqetê" hat binavkirin, di nav polîtîkayên surgun, koçberî û asîmîlasyonê de jiyan xwe da ser têkoşînê.
 
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîs a Fransayê yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) hatin qetilkirin. 
 
Di ser qetilkirinê de 11 sal derbas bû. Yek ji jinên hat qetiklirin Fîdan Dogan, jiyana xwe da ser têkoşînê.
 
Nûnera lêgerîna heqîqetê
 
Fîdan Dogan di 17’ê Çileyê 1982’yan de li gundê Hançiplak a Elbîstan a Mereşê hat dinê. Fîdan 2 salî bû malbata wê neçar ma koçî Fransayê bike. Fîdan jî di 9 saliya xwe de diçe cem malbatê. Fîdan kampên penaberan di vî temenê xwe de nas dike. Perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam dike. Malbata wê malbatek welatparêz bû û ji ber vê jî Fîdan di nav çanda Kurd û têkoşîna neteweya Kurd de mezin dibe.
 
15 sibat di jiyana min de nokteyek girîng e
 
Fîdan diçe Komeleya Çanda Kurd a Strasburgê û di faliyetên çandî de cih digire. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekê anîn Tirkiyeyê şûnde, Fîdan bi awayekî çalak tevlî têkoşînê dibe. Tevli xebatên ciwanan ên Ewropayê dibe û navê ‘Rojbîn’ bi kar tîne.
Rojbînê di 2002’yan de peywira nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) digire. Fîdan li gelek welatên Ewropayê faaliyetê dîplomatîk dimeşîne û bi gelek siyasetmedarên li Ewropayê re tê gel hev. Her çiqas bi gelek siyasetmedarên payebilind re bê cem hev jî ew her tim li alî dîplomasiya gel bû. Aliyê wê yê herî zêde bal dikişand jî, cidiyet, hewldêrî û hêza wê ya îqnayê ya di xebatan de bû. Di 2007’an de li dijî jehrîbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxwaza ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê çalakiya grevê ya 39 rojan pêk hat û Fîdanê berdevkiya çalakiyê kir.
 
Di Buroya Enfromasyona Kurdistanê de dibe berpirs 
 
Rojbînê di nav salan de di qada dîplomasiyê de xwe pêş dibe û di 2011’an de berpirsyariya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê digire. Şerê li welat dimeşiyan jî di platformên navneteweyî de dianî ziman. Rojbînê ji forumên civakî heta senatoyan, parlamento û heta Konseya Ewropayê dibe fîgura dîplomatîk a delegasyona Kurd. Heta roja hat qetilkirin jî xebatên xwe bê navber meşand.
 
‘Bila yek bibe ya Gelê Kurd’
 
Dayika wê Fatma Dogan di roportajek xwe de keça xwe bi van gotinan vegotibû: “Jineke ku dizanibû têkiliyan dayne û sosyal bû. Ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin. Tu carê ji bîr nakim rojekê got ‘Dayê sê keçên te hene bila du heb yên te bin yek jî ya Gelê Kurd be. Bila ji bo Gelê Kurd bixebite’. Dem bi dem li min digeriya û digot ‘Min xwest dengê te bibihîzim.’ Ez dipam ku rojekê Fîdan bê. 15 sal bû ji malê veqetiya bû. Min digot ‘Bes e Fîdan êdî bê’. Dema min wisa digot rûyê xwe tirş dikir. Min mêze dikir xemgîn dibe min mijar digirt. Wê rojekê Fîdan bihata û hîna jî li bendê Fîdana xwe me...”