Jina serhildêr a mîrateyeke mezin li dû xwe hişt: Bêrîtan

  • 09:04 25 Cotmeh 2023
  • Portre
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a ku bi rih û ahenga têkoşîna xwe, ji bo rûmeta nirxên jinê û civakê li berxwe da, di Cotmeha 1992'yan de heta guleya xwe ya dawî şer kir û teslîm nebû. Jina serhildêr, Bêrîtanê ya teslîm nebû û xwe ji ser zinarê avêt, mîrateyeke mezin li dû xwe hişt.
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi peyama 'radestî jî mirin e', navê xwe di dîrokê de da nivîsandin û li dijî yekperestî, newekhevî, nîjadperestî û bêedaletiyê şerekî mezin kir. Li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind kir. Ew bû çavkaniyeke xurt a îlhamê. Ji bo rûmeta azadiyê bû mînakek giranbiha. Niha jî jinên têkoşer ên li berxwe didin, li ser rêya Bêrîtanê ji bo doza azadiyê, li berxwe didin û paşde gavê navêjin. 
 
Bi sekin û feraseta xwe ji jinan re bû çavkanî 
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 1971'an de li Dêrsimê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê bi dawî dike. Di 1989'an de li Zanîngeha Stenbolê dest bi Beşa Îktisadê dike. Di sala 1990'î de tevgera azadiyê nas dike û di demeke nêz de tê girtin. Di 1991'ê de serbest tê berdan. Bêrîtanê bi sekin û feraseta xwe ji jinan re bû çavkanî, dema ku li Stenbolê rêwîtiya xwe ya ji bo têkoşîna doza kurd dewam dike bi navê Şîlan tê nasîn. Li gelek taxên Stenbolê malbatên ji têkoşîna Bêrîtanê îlham girtin navê zarokên xwe kirin Şîlan. Bêrîtana ku têkoşîna jinan ji jinên der û dora xwe re rave dikir dema tê Stenbolê ji têkoşîna kurd zêde ne haydar e. Lê belê bi lêkolîn, xwendina pirtûkan û qiymeta ku dida jinan xwe pêş xist û şopeke mezin, di dîroka têkoşîna Gelê Kurd de hişt. Piştî ku diçû Cejna Newrozê û doza kurd hîn bû êdî pir kêm çû dibistanê. Sekin, feraset, têkoşîn û doza wê ya azadiyê hêz da jinan. Dixwest hişmendiya jinan pêş bixe, rêxistinbûyina jinan xurt bibe û wan tevlî nava xebat û têkoşînê bike. 
 
Bû eynika têkoşînê
 
 Di dîroka gelê kurd de, jinên kurd her tim bi têkoşîna xwe pêşengiya serhildanê kirine. Jinên kurd ji bo nasname, erdnîgarî, rûmet û birdoziya xwe şer kirine. Ev mîrateya bi salan e ji aliyê jinan ve hewl tê dayin zindî bê hiştin. Jinên mîna Zarîfe û Besê yên li Dêrsimê li dijî dijmin şer kirine nûnerên vê kevneşopiyê ne. Bêrîtana ku ji Dêrsimê ye li mîrateya Zarîfe û Besê xwedî derket û ew jî bû eynika vê têkoşînê. Axîn Avaşîn (Bêrîvan Yardimci) di 2016'an de heta guleya xwe ya dawiyê şer kir û ji bo nekeve destên leşkerên tirk ew jî xwe ji zinarê diavêje û radestiyê qebûl nake. Axînê jî bi rihê têkoşîna Bêrîtanê berxwedana nirxên jinê û civakê parast. Bi rihekî têkoşer li dijî tank û topan, teknolojiya pêşketî hêza xwe nîşan da, serî netewand. 
 
Bêrîtanê di rûpelên dîrokê yên rengîn de cihê xwe digire
 
Têkoşîn û berxwedana Bêrîtanê tevî zor û zehmetiyên giran, bi israr mezintir dibe. Di encama vê têkoşînê de dikeve bin çavan. Bêrîtanê dema dikeve bin çavan hinek kes li ser navê wê îfadeyê jî dide û îşkenceyên giran lê tê kirin lê belê ew dîsa jî naaxive û tu sûcdariyan qebûl nake. Bi nêrîna xwe û bi îradeya xwe ya xurt li ser piyan dimîne. Çongê danîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve berê xwe dide lûtkeyên çiyayên rêbertiya têkoşînê dike. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji bo Bêrîtana ku di bin çavan de li dijî îşkenceyên giran li ber xwe da dibêje "Divê Dêrsim rengê Botanê Botan jî rengê Dêrsimê bide","Bêrîtan Jan Dark a Kurda ye." Bêrîtana her tim di nava lêgerîna azadiyê de ye, bi fikir, raman û felsefeya xwe, di rûpelên dîrokê yên rengîn de cihê xwe digire. 
 
Xeyalên Bêrîtanê wateyeke mezin li jiyanê bar dikir
 
Bêrîtanê ya xwediyê xîreteke mezin bû, dixwest romanekê binivîse. Jixwe di nivîseke bîranînê ya di dema dibistana amadekariyê de ji hevaleke xwe nivîsandiye wiha dibêje:"Hûn ê di kutuka serjimarê de min wiha nas bikin, gelo ev ê têrê bike? Ew ê kedkareke/î li Vîetnamê girêdana min a ji bo rengê kesk bizanibe? Ew ê jinên Nikaraguayê bizanibin ku ez di demên xwe yên vala de derdikevim ser şaneşînê û bi saetan li ezman temaşe dikim? Zarokên solan boyax dikin ew ê bi hezkirin û eleqeya min a ji bo helbest û pirtûkan bizanibin?" Xeyalên Bêrîtanê û vê nêrîna wê, wateyeke mezin her tim li jiyanê bar dikir. Wekî kulîlkek di bin berfê de serê xwe rake û li dijî zilm, zordestî, êriş û îşkenceyan li berxwe bide, her tim serbilind bû. Bi vê serbilindiyê bû sembola têkoşînê. 
 
Bi îradeyeke xurt sekinî
 
Di sala 1992'yan de PDK û dewleta tirk bûn yek û êrîşî PKK'ê kirin. Di 25'ê Cotmeha 1992'yan de di vê êrîşê de Bêrîtanê teslîm nebû û xwe ji zinarê avêt. Bêrîtanê li ser esasên xweparastina rewa têkoşîna xwe dewam kir, teslîm nebû û li hemberî îxanetê sekinî. Bi vê serîhildanê mîrateyeke mezin a mînaka berxwedanê li dû xwe hişt û peyama 'radestî jî mirin e' da. Ji bo hêviya azadî, aştî û wekheviyê her tim zindî bimîne bû awaza jinên berxwedêr. Ji bo jinên îro her tim tundî li wan tên kirin bû alternatîfeke têkoşînê. Bû çavkaniya pêşketina hişmendiya azadî û xweparastinê. Ji bo parastina nirxên jinê jî di heman demê de li berxwe da. Li dijî zihniyeta her dem xwestiye jiyana jinê serobina bike, bi îradeyeke xurt sekinî. Li dijî jiyaneke ji edaletê dûr, şer kir. Kevneşopiya têkoşîneke bi rûmet a Zarîfe û Besê dewam kir. Niha gelek jinên têkoşer li ser kevneşopiya têkoşîna bi rûmet a Bêrîtanê xizmeta doza azadiya kurd dikin. Bêrîtanê her çiqas çavên xwe li vê cîhanê girtibe û koça dawî kiribe jî ew têkoşîna wê ya bi rûmet di binhişiya mirovan de her zindî ye. Îro jinên kurd û jinên cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” kevneşopiya Bêrîtanê didomînin. Jinan mîrateya Bêrîtanê dewr girtin û li ser esasên vê birdoziyê li berxwe didin.