Wek qada tijebûna hestan Zayendî

  • 09:07 15 Adar 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Hest ji ser deng, tehm, bîhn, dîtin û destdan, cîhana bi bandor a zindî ya em dijîne. Hemû hest û enerjî çalakiyeke ku pêk tê ye. Di hişmendiya vê de bûyî, watedarkirina hebûnê ye. Tu parçeyeke gerdunê, yekitiya made û enerjiye ya ku nayê rewşa fikr û ramanê tuneye."
 
Nagîhan Akarsel
 
Dema hest bi dagirkirinê de bin mirov nikarin vê bikin. Xandîkapa herî mezin a jinê ji vir dest pê dike. Ji ber hestên zayendî qada hestên zêde ye. Enerjiyek jiyanê ye. Ev pîvana hestên mirovan e jî. Mezinbûn û biçûkbûna hestan pêvajoyên psîkolojîk a kapîtalîzmê ye. Rewşa rih, tercîhkirin, hezkirin û gelek hestên din hilberîna hesta binhiş a kapîtalîzmê ye.
 
Mînak di sedsalên 19 û 20’an de pir hatiye bikaranîn. Foucalult dibêje bgedena jinê hatiye tunekirin. Freud psîkanalîzê li ser başkirina jinê pêş dixîne. Nivîskarên femînîst diyar dikin ku serdem a modern de jin ji aliyê psîkologan ve tên venasîn. Jinek ciwan ji amûjna xw re dibêje zayendî çiye û ew jî dibêje ‘tiştek wis xweşe mirov hema li ber mirinê ne’. Vê mereqa xwe ya ku dema dizewice tecrube dike, bi rastiya mêr re vediguhere kabusê. Êşa Frîda, herikbariya Vîrgînîa, lêgerîna Sîmon, bêhêvitiya Sîlvîa, bêbaweriya Tezer û tenêtiya Nîlgunê ye. Bi naskirina mêr re vê ferq dike. Vê bi têkoşîna azadiyê hewl dide bigihîne form û çanda nû. Ev têkoşîn têkoşîna terza jiyana azad û hestên azad e. 
 
Hest ji ser deng, tehm, bîhn, dîtin û destdan, cîhana bi bandor a zindî ya em dijîne. Hemû hest û enerjî çalakiyeke ku pêk tê ye. Di hişmendiya vê de bûyî, watedarkirina hebûnê ye. Tu parçeyeke gerdunê, yekitiya made û enerjiye ya ku nayê rewşa fikr û ramanê tuneye. (Abdullah Ocalan, parastina gelekî) Hest parçeyek bandorkirinê ya zindiye. Daxwazkirin hewcedariye. Zayendî, birçîbûn û ewlehî hewcedarîne. Têgehên ku hişê hestiyarî îfade dike ne. Hişê hestî hişê hundirîne. Hest, daxaz girêdayê pêşektina hiş e. Heman demê de pêşkestina hişê hestî, yekitiya hestan jî ava dike. Hişê hestî û hişê analitik hev temam dikin û başbûna wêk pêk tîne, herikbar û hilberîner e. Enerjiyeke xwe bi rêgezan bi ahlaq ve girê dide ye. Ji biyolojîkbûnê wêdetir bi perspektîfê tê dest girtin. Berovajî vê xitimîn jî cemidîna hişê mirovan e. ‘Pêkanîna herî jor a kapîtalîzmê tunekirina ahlaqiye’. (broşura bi nvê ‘polîtîkbûna hestan’ a akademiya jîneolojiyê) Dîsa bi navê azadiyê de hestan dikin mijara bazarê û bazirganiyê ye. roja îro de naveroka têgehan hatiye valakirin û ev alava herî esas a bazarkirinê ye. Zayendperestiya ku ji koletiya jinê  û serdestiya mêr xwedî dibe, polîtîkayek bi zanebûne.
 
Ji ber ku zayendî ‘Têkiliya pîroz a jiyanê ye’ (Abdullah Ocalan, sosyolojiya azadiyê.) Rewşa cudabûnê ya hestên zêde ye. Clarissa P. Estes, Jinên bi guran re baz didin) ‘Paradîgmayeke di hebûna mirovahiyê de heye, zîhniyetek bi kok) (Atakan Mahîr) Meala evînê ya giştîbûna beden û rihî ye. Rewşa parvekirin û avakirin nasnameya nû ye. Lêgerîna temambûna mirovan a seranserê jiyanê ye. ‘Daxwaza avakirina têkiliya xwedî derketinê ye’. (Bi Simon De Beauveur re li ser evîn jinê.) Realîteyeke ku aliyê wê yê rihî û fikrî heye. Ev alî bi hev re têkiliyekê ava dikin.
 
Ev daxwaza giştîbûnê ji lêgerîna giştîbûna gerdunê serbixwe nîne. Mînak di çanda Krîşna de; di tabletên Zumrut yên aydê Hermes de, di Îhva-i Safa ya kevneşopiya zanabûna Îslamê de, makro kozmos (cîhan) û mikro kozmos (mirov) bi hev re yek mucîzeyekê pêk tînin. Ev sireke ku zanîna başî û rastiyê dihewîne ye. Ev sir belkî jî ‘teoriya her tiştî’ (Stephen Hawking) ye.
 
Ev têgehên ku hemû têkilîdarî zayendê re, îfadeyên civakî û dîrokî yên navbrea kes û civakê de hatine avakirinê ne. Ji ber ku jin bi jinê re, bi mer, xweza û jiyanê re di têkiliyek hevseng de ye. Di vê civaka ku giştîbûna têkiliyên jiyanê pîroz tê dîtin de xwe nirxandin, mezinkirin û watedarkirin girînge. (Abdullah Ocalan). Reşwa hişmendiya hestiyarî ya xwe dispêre hevserongiyên xwezayî. Li gorî rîtmên xwezayî yê xwezayê ye. Ev pêvajo bi her zindî re tê dîtin û pêk tê.
 
Nirxandina jiyanê ya vegotina der barê zayendê ye. Sembol, sîmge û çîrok di esasa jinê de ye. Bereketa çandinî û jinê bi hev re tê pîrozkirin. Di cejnên Dîonysos de têkiliya di carekê d emezin dibe, dibe parçeyeke demeter, genim a di carekê de dertê û mezin dibe. Ev gelek caranbi Eleusîs, gelek caran bi Îsîs, gelek caran bi Mîtra wateyê dibîne. 
 
‘Ne tesadufe ku pêşandanên hunerî yên ewil têkildarî jinê de ye’. (Kurşat Avci, Kaan Ozdedelî, Zayenda jinê û cudabûna çandan) Muzler yên ku her yek qadek hunerê temsîl dikin, bi îfadeyeke din Mûsa mînaka vê ya herî xweş in.  Neh xwedavend jî her yek hunerekê temsîl dikin. Destan û helbestên epîk Kalliope, dîrokê Kleîp, helbestên evînê Erato, muzîkê Euterpe, tragedya melpomene, helbetsên pîroz Polymnîa, reqsê Tersîkhore, komdeya Thalîa û astronomi jî Uranîa temsîl dike. Di vî alî de her tevger û nêzîkarî gerdunî mikro yanî ji xwe naskirinê re xizmetê dike.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya borî bi ser navê ‘Sira çandê ku forman diparêze’ wê bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 24’an a Kovara Jîneolojiyê ya ji mijara ‘Zayendî: ji pîroziyê ber bi îdeolojiya desthilatdariyê ve’ hatiye girtin.