Meala jinan a zayendiyê

  • 09:13 8 Adar 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Abdullah Ocalan ji bo vê dibêje ‘Faşîzma herî kevn herî êrişa, nêzîkatiya mêr a li hember jinê ye’. Ji ber vê jî di mijara zayendê de çareseriyên bi hişmendî afirandin gelek girîng e. Fikrên me çiqas pêş dikevin bila bikevin em xwe bi hestên xwe nas dikin. Em fikrên xwe bi hestên xwe dikin jiyanê. Di vê esasê de em biryara ku dixwazin çi çawa bijîn didin."
 
Nagîhan Akarsel 
 
Zayend xwedî sazbûnek bi koke. Tevî aliyê esas û xwezayî yê hebûnê heye, hatiye rewşa herî tevlihev. Hevzayend, tercîha zayendî, daxwaza zayendê bi nîqaşên queer re hîn bêtir tevlihev bûye û hatiye rewşek tevli hev. Dema rewş wisa be meala jinê ya bi azadiyê re kirin wisa ne hêsane. Avakirina hevgokên ku her kes xwe têde dibîne û di carekê de dixwîne jî wisa ye. Sedemên vê zehmetiyê pir in. ya yekem jin zayendê çawa dijî,divê çawa bijî. Ev mijarek zehmete. ‘Wek lihîfa ji ser mirovan bê kaşkirin’ (Xwendinên femînîst: ‘Wek xwe’ nivîsandin, ‘Wek xwe’ xwendin 5 herfî) Gotinên rast û wêrek avakirin, wek tazîbûnê ye. Tazîbûna qada taybet. Bi qasê vê jî polîtîkbûna wê.  Bi hişmendiya ku ‘qada taybet polîtîke’ nêzîk bûn, venasîna hest, daxwaz, evin, hezkirin, girêdayînbûnê girîng e.
 
Ya duyemîn jî em ê van venasînan li gorî çi bikin? Bêguman em wek xwe wê bikin. Di kurdî de rastî gotina xwebûnê tê. Lê navbera xwe de dîwar, xet û sînorên hatine xêzkirin hene. Em biyanîbûnek bi xof dijîn. Em li ku binêrin, kîjan rupelê biqeilibînin, kîjan axaftinê guhdar bikin dewlet û malbat tê pêşbrî me. Motolojiyên vejînê, kevneşopî, polîtîkayên beden Û nifûsê, sahneyên erotîk û pornografik.. Bav, bira, hevjîn û kurên ‘xwediyên me ne’… hemû formên şexsî, çandî û civakî yên ji ser serdestiya zayenda pergala serdest hatine avakirinê ne. Di van forman de, têkiliyên desthilatdariyê, koltiya jinê û serdestiya mêr derdikeve pêşberî me. Zayendî ji bo jinan tabu, guneh, şerm, sûc û qedexeye. Yanî girêkeke mezin e. Ji bo mêr namus, hêz û desthilatdariye.
 
 An jî sedema esas a hebûnê…
 
Ji ber vê hişmendî gelek girîng e. Bi hişmendiya ku zayend bûye objeya desthilatdariyê nêzîkbûn yanî. Ji ber ev desthilatdarî astengiya herî pêş a li hember hebûna me ye. Abdullah Ocalan dibêje: “Hestên zayendî xwezayîne. Bi her mirovî re heye. Ya xetere ev e ku zayend bûye objeya desthilatdariyê. Zayenda heyî desthilatdariye, mêrê ku rabûye asta jor e. Heta mêr aniye asta hovîtiye. Cînayetên namûsê, di bin çanda destdirêjiyê de ev feraset heye û heta ev feraset neguherî ne pisgirêka demokrasî ne jî ya azadiyê dikare bê çareserkirin.” (Abdullah Ocalan; nîşeyên hevdîtinê). Ya sêyemîn jî bersivên ji bo pirsa ‘divê çawa bê jiyînê ye’.Ji bo vê pirse di esasa xwebûnê de bersiv dayîn, mekanîzmayên îdeolojîk û rêxistinbûnê avakirinê ferz dike.
 
Faşîzm di têkiliya navbera du kesan de destpê dike
 
Zayenda bûye objeya desthilatdariyê bi îdeolojiya wê form qezen ckiriye. Ev îdeolojî zayendpersetiye. Bi mîtolojî, ol, felsefe û zanistê rewa bûye. Bi polîtîkayên beden û nifûsê, bi derewên evîn û hezkirinê serê wê girtine. Ji ber ‘hinek mêr evînê di odeyan de tarî dike..’ (Helbeta Gulten Akin a bi navê ‘lîstik’) û bi piştgiriya kevneşopiyan, bi hişmendiya ku li pişt vê pergalek mezin heye,bi hostetiyek mezin û bixwebawerbûnê dike. Ev lîstikekek plankiriye.
Li dijî vê seknek îdeolojîk nîşandan gelek girînge. Lîberalîzm ne tenê keda jinê hemû beden û rihê jinê dike meta. Li dijî vê vê feraseta zexte divê feraseta sosyalîzmê û azadiyê bê pêşxistin. Ji bo vê divê torên têkiliyan yên li dora jinan hatiye hûnandin divê bê çareserkirin. Ev jî bi hişmendiya têkiliya navbera jin û mêr de pêkane.  Wek Îngeborg Bachmann gotiye ‘faşîzm navbera du kesan de destpê dike’.  Îngeborg dibêje ‘Tu ji bo min yekane tişta wek sir, behr û çol dimîniye’. Abdullah Ocalan ji bo vê dibêje ‘Faşîzma herî kevn herî êrişa, nêzîkatiya mêr a li hember jinê ye’. Ji ber vê jî di mijara zayendê de çareseriyên bi hişmendî afirandin gelek girîng e. Fikrên me çiqas pêş dikevin bila bikevin em xwe bi hestên xwe nas dikin. Em fikrên xwe bi hestên xwe dikin jiyanê. Di vê esasê de em biryara ku dixwazin çi çawa bijîn didin."
 
* Ev nivîs ji hejmara 24’an a mijara dosya ‘Zayendî: Ji pîroziyê ber bi îdeolojiya desthilatdariyê’ ya Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Wek qasa hestan zayendî’ wê bê weşandin.