Di navbera Dîstopya û Utopyayê de nîqaşên pandemîk

  • 09:04 23 Sibat 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Bhattacharya destnîşan kir ku bi vîrusa koronayê re aşkera bûye ku kirariyên jiyanê û karên lênerînê, karê civakê ne û got tişta ku hewce pê heye polîtîkayek berifreh a li dijî rastiya serdest a mêr e."
 
Nagîhan Akarsel
 
Ji paratina jiyana mirovan wêdetir wate hatin nîqaşkirin.  Mirovên xwestin ev pêvajo derbasdar be, dîtin ku gotin, zanist, fikra rasyonel û tahlîl  têr nake. Li aliyekî teorî li aliyê din jî nêrînên ku gotin şaristanî felç bûne. Çavkaniya vîrusê wek; bajarvanî, ji xwezayê durketin, hilberîna laburatrvarê hatin rêzkirin. Van hemûyan bandor li tahayulên me kirin. Di serî de Giorge Agamben, Slovaj Zizek, Tithi Bhattacharya, Yan Lianke, Byung Chul Han gelek feylozofan nirxandin kir. 
 
Yan Lîanke got: “Ji paşerojê heta niha gelek trajedî û karaset hatin jiyîn. Bi dehezaran kesî ev bedel bi jiyana xwe dan.  Em mirov lêpirsîn nakin. Di navbera gelek esasan de tiştek dertê holê. Em mirov zindiyên ku her tiştî ji bîr diken e.”
 
Yan da zanîn ku  vîrusa SARS ya 18 sal berê hatiye jiyîn, bi vîrusa Covîd-19 re heman bû û ji ber me hesab nepirsî û bi bîr neanî me ‘lîstika mirinê’  jiyaye.
 
Lê ‘Di her serdemê de nexweşî hebûn’. Beriya Zayînê di 430’î de li Atînayê vebaya  Atînayê derket holê.  Piştî Zayînê di 541’ê de li Romayê Vebaya Justineyn  derket holê. Di navbera 1346-1353’an de Vebaya Kara derket holê û bû sedema mirina sed mîlyon kesî.  Vebaya Londona mezin bû sedema mirina sed hezar mirov î(1665-1666). Di sedsala  16’emîn de li Bakurê Hîndistanê kolera ku wek 6 pandemiyê mezin derket holê nayê zanîn ku çiqas kes kuştiye. Di sedsala 20’an de bi Şewba Ispanyayê  û ji Adara 2020’an heta niha Covîd-19 ya dawî ye.
 
Têkiliya van vîrusan di serî de bi polîtîkayên nifûsê re bi polîtîkayên sermaye- desthilatdarî, pirsgirêkên hawirdorê, tenduristiya gel ve girêdayî ye. Dema em Covîdê bigirin dest divê em di hişmendiya vê de bin. Desthilatdarî her tim xwe li ser bêhişbûnê dimeşîne. Sermaya kapîtalîzmê her tim ji bo dizaynkirina civakê serî li qada tenduristiyê dide. bi vîrusê re bandor li ser hemû jiyanê dibe. Di destpêka mîlenyumê de vîrusa SARS ket rojeva me.  
 
Vê demê  lêpirsînkirina neo-lîberalîzm  û her wiha globalbûn wek berpirs dîtin, pêş ket. Gîorgîo di gotarên xwe de diyar dike ku vîrus rewşên îstîsna ne û ev wek paradîgma rêveberiyan bi zanebûn tên bikaranîn, ev jî rewşeke aloziyê û fikaran diafirîne.
 
Slavoj Zîzek diyar dike ku ev vîrus nîşan dide ku guherînek radîkal ferze û nîşaneyeke. Zîzek daxuyand ku her kes di vê keştiyê de ye û got hişkesalî, pêla germahiyê, krîza avhewayê jî tên jiyîn û got avakirina kordînasyonên global girîngin.
 
Will Hutton jî wiha dibêje: “Globalbûna piyasa serbest teqez dimire. Lê teşeyê globalbûna ku em hemû girêdayî hevin û çalakiya kolektîf a xwe dispêre tespîtan qebûl dike, dertê holê.”
 
Byung-Chul Han yê ji Başurê Koreyê jî diyar dike ku bi vîrusê re rewşa aloz û bi fikar ya derketiye holê bê pîvan e û ev bertek jî girêdayê dîjîtalbûnê tê nîşandan.
 
Zîzek dibêje vîrusê darbeyek mirinê li kapîtalîzmê xistiye û komunîzma ku veşarî maye şiyar kiriye. Han tevli vê nêrînê nabe û diyar dike ku ev yek jî wê pêk neyên û dibêje wê vîrus kapîtalîzmê nikaribe têk bibe.
 
Dîstopya vê demê pergala tekno-totalîter ya ku aboriya kapîtalîst ji nû ve dide destpêkirin bû. Utopya wê jî modela civaka moleküler ya li ser fêdeyê hatiye avkairinê bû. Di serî de li Çînê li hinek welatên Asyayê pergala tekno-totalîter ya rejîma şopandina dîjtal cerebandinên ewil kirin. 
 
Utopya vê demê li ser modela civaka molekuler hat avakirin.Bi piştevaniya civakî û zekaya zanistî, derfetên ku ji karantina global xilas bibin hat lêkolînikrin, hewcedarî bi çi heye, fêdeya çi heye ketin rojevê. Nîqaşên wekê teşebûna civakê ya ku zextên aboriyê tune ye, hat nîqaşkirn. Derket holê ku ferze ji nû ve têkiliyên hilberînê yên li dijî pergala kontrolê bên kirin.
 
Tîthî Bhattacharya li ser li şûna hewcedariyên piyasayê, civakek ku mirovan esas digire wê çawabe, xebitî û ji bo hilberîna ji nû ve bê kirin, jiyan bê îdamekirin û ji nifşê nu re bê ragîhandin, faliyet û saziyên vê dikin wek faliyetên ‘yên jiyanê diafirînin’ bi nav kir. Bhattacharya destnîşan kir ku bi vîrusa koronayê re aşkera bûye ku kirariyên jiyanê û karên lênerînê, karê civakê ne û got tişta ku hewce pê heye polîtîkayek berifreh a li dijî rastiya serdest a mêr e.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘Analîzan alternatîf hilneberandin’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara taybet a Pandemiyê ya Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.