Ji kêmasiya îstîhdamê re çareseriyê dixwazin

  • 09:02 22 Adar 2024
  • Ked/Aborî
 
DÊRSÎM - Jinên Pulurê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û û gotin qadên îstîhdamê kêm in. Jinan got çavkaniya pirsgirêkan hikûmeta AKP’ê ye.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe. Ji ber butçeya hezîneyên ji şer re tê vqetandin krîz her diçe mezin dibe. Krîzê bandorek mezin li her qada civakê kiriye. Yên herî zêde ji van pirsgirêkan bandor dibin jî jin in.
 
Jinên li Pulur a Dêrsîme dijîn der barê krîza aborî de axivîn û diyar kirin ku qadên aboriyê yên ji jinan re hatine vekirin pir kêm in.
 
‘Bila qadên bazarê bên avakirin’
 
Sermîn Akbalik da zanîn ku ligel krîza aborî pirsgsirêka betaliyê jî mezin eû wih avegot: “Em di mijara xurekan de pirsgirêkan dijîn. Mînak ez ji mala xwe re nikarim goşt bigirim. 5 mehan carê qiyme digirim. Kar tune ye. Ez naxebitim. Ji ber navçeyek biçûke îstîhdama jinê tuneye. Ez nikarim hewcedariyên xwe û zarokên xwe bigirim. Jiyana civakî li vir tune. Em jin ji ber krîzê hepsê malê  bûne. Her tişt biha ye. Her kes her diçe xizna dibe. Dewlemend jî dewlemend dibin. Em diznain çavkanî çin ku derê. Divê jin tevli hilberînê bibin divê koperatîf bên avakirin.”
 
‘Gelek jinên naxebitin hene’
 
Welatiya bi navê Belkiz Oruk jî bi lêv kir ku got bi tena serê xwe debarê dike, ji bo hewcedariyên malê deyn dike û got: “Ez bi mûçeyê asgarî dixebitim. Ez tenê debarê dikim. Hevjînê min naxebite. Haina wî tuneye. Ez tenê debarêdikim. Du kurê min diçin dibistanê. Hewcedariyên wan hene. Ez bi tena serê xwe êdî nikarim her tiştî bikim. Ez nikarim hewcedariyên taybet bînim cih. Li vir ji bo jinan zêde qada xebatê tune ye. Kar hebe wê gelek jin tevli qada kar bibin. Divê bo jinan qadên îstîhdamê hebin. Divê qadê koperatîfan bên zêdekirin.”
 
‘Kar tuneye’
 
Jina bi navê Yurdanur Kayar jî bi çêkirina xaliyan debara xwe dike û got: “Karê em dikin zehmete. Em nikarin hewcedariyên xwe bînin bigirin. Em beramberê keda xwe nagirin. Ez ji gund têm. Di alî aborî zehmetiyan dikşînim. Ez yekem car dixebitim. Berê kewanî bûm. Ez dixwazim bixebitim û alîkariyê bidim her kesî. Du zarokên min hene. Min dest ji hevjînê xwe berda. Ez li ser piyê xwe disekinim û li zarokên xwe dinêrim. Qada kar zêde tuneye. Divê derfetê kar ji bo jinan hebe.”
 
‘Bedela mezin jin didin’
 
Songul Gok jî wiha anî ziman: “Sedema krîza tê jiyîn hikûmeta AKP’ê ye. Ev der cihekî biçûke. Kar zêde tuneye. Tevî vê jin hewl didin tevli kar bibin. Mînak biharê de di qada sîr û gulîkê de îstîhdamê ava dikin. Krîz li her derê Tirkiyeyê heye. Berpirsê vê hikûmeta AKP’ê ye. Ji ber ji şer re razemenî tê kirin em li virin. Em nikarin fêkî û goşt bigirin. Em nikarin kirê bidin. Em li vir xaliyan çêdikin. Ji bo me jinan azadiya aborî çiqas hebe wê azadî jî hebe.”