Berdewambûna tundiyê…

  • 09:05 23 Mijdar 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Kes naxwaze behsa vî şerê ku bi salan e didome, navê wê jî nehatiye dayîn û di civakê de dibe sedema aloziyan, bike. Di 25’ê Mijdarê ku roja em xwişkên Mîrabel bi bîr tînin de bila bibe wesîleya ku em li ser vê bifikirin.” 
 
Ayşe Duzkan
 
DYA di 1973’yan de ji Vîetnamê vekişiya. Mêrên, li cihekî ku nizanibûn cihê wê di nexşerê de nîşan bidin, di pevçûneke ku baş fêm nekiribûn de, şer kirin û piştre vegeriyan warên xwe, malên xwe. Di salên pey vê de li ser van mêran lêkolîn hat kirin û di lêkolînan de hat tespîtkirin ku bi rêjeyek mezin madeya hişk û sivik hatiye bikaranîn, pirsgirêkên hestî û fîzîkî tespît kirin. Ji van mêran ji çaran yek, sûcên ku bûn sedema girtina wan kirin. Hema hema bi hemûyan re piştî travmayê xerabûna stresê hat dîtin, li gorî demên borî hîn bêtir bi hêrs û tûj bûn.
 
Artêşa DYA’yê gundên Vîetnamê şewitandin, sivîl qetil kirin, mil û çimên wan jê kirin, destdirêjî li jinan kirin. Agahiya gelek Amerîkayiyan ji vê tundiyê tunebû, yên agahiya wan pê hebûn jî ji bo qezenckirina şerê DYA’yê ev ferz didîtin. Saziyên leşkerî ji xwe ev teşwîq dikirin. Qezenckirin an jî windakirina şerê Vîetnamê tu bandor li jiyana welatiyên DYA’yê nedikir. Ji bo zarokên wan li wir şer bike gelek bi bandor bû. Yên ji şer vedigeriyan întîxar dikirin û tundiya mêr gelek zêde bû.
 
Vîetnamî, ji pevçûnên li Amerîkayê wek şerê Vîetnamê tê vegotin, wek şerê Amerîkayê behs dikin. Vî şerî nîşan da ku ev li hember gelekî ku dijmin tê dîtin û sûcên li dijî jinên wî gelî hatine kirin wê li wir nemîne.
 
Amerîkayiyan  bi komunîzmê hatibûn tirsandin û li dijî tundiya li ser gelê Vîetnamê daxwaz nîşan dabûn. Îro li Tirkiyeyê gelek jin ji tirsa terorê tundiya li ser jinên wek dijmin dibînin, qebûl dikin, îtîrazê tundî û destdirêjiyê nakin. Naynin hişê ku xwe ku dema ew mêr vegerin malên xwe wê bibin sedema çi. Kes naxwaze behsa vî şerê ku bi salan e didome, navê wê jî nehatiye dayîn û di civakê de dibe sedema aloziyan, bike. Di 25’ê Mijdarê ku roja em xwişkên Mîrabel bi bîr tînin de bila bibe wesîleya ku em li ser vê bifikirin.