27'ê Nîsana 2022'yan: Bi pêşengiya dayikan ber bi sînorê Xabûrê ve meşiyan

  • 09:01 27 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê, welatiyên ku ji bajarên Mêrdîn, Amed, Êlîh, Sêrt, Dîlok û Rihayê hatin, li bajarokê Tilqebînê kom bûn. Girseyê tevî astengî û êrişên leşker û polîsan ber bi deriyê sînorê Xabûrê ve meşiyan. Di meşê de êrişên li hemberî başûrê Kurdistanê hat şermezar kirin û banga bi dawîkirina xiyaneta di nava kurdan de hat kirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1759: Nivîskar, feylesof û parêzvana mafên jinan a Îngiliz Mary Wollstonecraft  hat dinê. Mary di sala 1792'an de bi pirtûka "Pekanîna Mafên Jinan" hat nasîn. Mary, biryar da ku bi nivîskariyê debara xwe bike. Roman û nivîsên lêkolînê ye felsefeyê, pirtûkên zarokan û pirtûkên dîrokê nivîsand. 1979’an Mary piştî keça xwe anî dinê jiyana xwe ji dest da. Gelek nivîsên wê yên destan man. Keça wê ya duyem jî wekî dayika xwe di hêla nivîsê de serkeftî bû. 
 
1927: Parêzvana mafên mirovan û aktîvîsta aştiyê Coretta Scott King hat dinê. 
 
2006: Li Îngilistanê Sarah Richards e transseksuel mafê teqewîtbûnê ya di temenê jinê de girt. Ji ber ku mêr di 65 salî de teqewît dibin. Sarah jî serî li Dîvana Edaletê ya Ewropayê da û mafê teqawîtbûnê ya di temenê 60 salî girt. 
 
2007: Li Îzmîre bi navê "Li dijî şîdetê karta sor" turnuvayek hat organîzekirin. 
 
2008: Meclîsa Jinan a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) 1'yemîn Konferansa xwe li Amedê li dar xist. 
 
2012: Li Bursayê Komeleya Piştevaniya Jinan a Mor Salkim hat avakirin. Komele xizmetê dide jin û zarokên ku bi şîdetê re rûbirû mane. 
 
2013: Ji hêla Odeya Endezyarên Ceryanê bi navê “Jiyana xebatê û jin" konferansek li dar xist. 
 
2017: Li Moskovaya Rusyayê 2’yemîn Konferansa Jinên Kurd hat lidarxistin.