Girtiyên Bakirkoyê piştî hevdîtinê hatin derbkirin!

  • 20:11 28 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL- Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, piştî hevdîtinê girityên ferzkirina derxistina pêlavan redkirin, ji aliye gardiyanan ve hatin derbkirin. Girtî wê li dijî vê pêkanînê serlêdana sûc bikin.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin giran dibin. Herî dawî li girtîgeha jinan a Bakirkoyê derxistina pêlavan li girtiyên siyasî hatibûn ferzkirin.
 
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin piştî hevdîtina malbat û parêzeran girtî dema diçûn koxuşan jê xwestine ku pêlavên xwe derxin.  Hat hînbûn ku girtiyên ku ev red kirine ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin. Girtî wê li dijî vê pêkanînê serlêana sûc bikin.