Nobetên Edaletê yên li Êlih û Mêrdînê dewam dikin

  • 16:40 28 Adar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH / MÊRDÎN - Nobetên Edaletê yên li Êlih û Wanê bi serdana piştevaniyê ya gelek kesî dewam kir. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyayê de dest pê kirên li Êlih û Mêrdînê dewam dikin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kir di roja 56'an de li avahiya DBP'ê dewam dike. Tevgere Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên DEM Partiyê, Platforma Demokrasî û Kedê û gelek kes tevli nobetê bûn. 
 
Kesên tevli nobetê bûn bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin li dijî tecrîdê têkoşîn mezin bibe. 
 
Nobetê, bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” û “Em ê bi serhildanê bi ser bikevin” bi dawî bû. 
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd li Mêrdînê deset pê kir li avahiya DBP'ê dewam dike. Nobeta Edaletê îro ji aliyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji Qoserê hatin dewam kir. Di nobetê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin û daxwaza bidawîkirina tecrîdê hat dubarekirin. 
 
Li vir Dayika Aştiyê  Lamia Ayaz wiha got:"Em ji bo girtiyên xwe û Serokê xwe li vir in. Ev 3 sal in em jê xeberê nagirin. Em dixwazin ji Serokê xwe xeberê bigirin. Em dixwazin deriyên hemû girtîgehan û Îmraliyê vebin. Heta em encamekê bigirin em ê nobeta xwe bidomînin. Bila meseleya kurd bê çareserkirin û Serok Apo serbest bê berdan. Bijî Kurd û Kurdistan."