Leyla Zana li Bedlîsê bang kir: Xwedî li sindoqan derkevin

  • 14:27 28 Adar 2024
  • Ramyarî
BEDLÎS - DEM Partî bi tevlibûna siyasetmedara kurd Leyla Zana li Bedlîse bi coş mîtîngê li dar xist. Leyla Zana li vir wiha got:"Xwedî li sindoqan derkevin."
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Bedlisê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Meydana Ulucami mîtîngeke mezin li dar xist. Siyasetmedara kurd Leyla Zana, parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik û Huseyin Olan, namzetên hevşaredariya Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Nezir Karabaş, Sekreterê Giştî yê Dev Yapi Îş'ê  Nihat Demir û gelek welatî tevli mîtîngê bûn. Meydana mîtîngê bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Li qada mîtîngê pankarta “Bedlîs rabe DEM hat” hat daliqandin. Berî mîtinga ku gel eleqeyek mezin nîşan dayê bi def û zurnê govend hat gerandin. Her wiha di mîtîngê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 
 
Di mîtingê de di destpêkê de parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyin Olan diyar kir ew ê dîsa şaredariyê bigirin. Nazmeta Hevşaredriya Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya jî got ew ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan dike têbikoşin. 
 
Nazmetê Hevşaredriya Bedlîsê Nezir Karabaş jî soza xizmeta ji bo herkesî da û got ew ê ji 1'ê Nîsanê şûnde cudahî nekeve navbera tu kesî û wê xizmet ji bo herkesî bi awayekî wekhev bê kirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, da zanîn şaredariyê AKP'ê diziyê dike, îradeya gelan xesp dike û got ew ê şaredarî bibin şaredariyên aştiyê ne yên şer. 
 
'We ev welat xera kir'
 
Herî dawî siyasetmedara kurd Leyla Zana mafê axaftinê girt û wiha got:"Heger aştî û azadî heba wê ev welat hîn baş ba. Teşeyê hilberîna me cotkarî û ajalvanî ye. Ev herdu tişte bi xwe jî dikare Rojhilata Navîn xwedî bike. Lê belê niha zozanên me li me qedexe kirine. Dema tê qedexekirin xwedîkirina ajalan jî kêm dibe. Ez bawer dikim ku hûn di mehekê de nikarin kîloyeke goşt jî bikirin. Ne tenê em hemû kesên li Tirkiyeyê ji serê sibehê de dikevin dora nan. Li vî welatî kesek ne têr e. Ez dibêjim wijdan wijdan. We ev welat xera kir."
 
'Hûn dîroka xwe hîn bibin û siberoja xwe ava bikin'
 
Leylayê da zanîn partiyên li qada siyasî gelan ji hev dûr dixin û got:"Hûn qîmeta hevdu bizanibin. Ev welat bi saya we li ser piya ye. Kesên bikevin binê emrê mal û mulk dibin kole. Şukur di civaka me de tiştekî wiha tune ye. Hûn dîroka xwe hîn bibin û siberoja xwe ava bikin. Dema hilbijartinê tê. Em bi hev re li sindoqan xwedî derkevin."
 
Mîting bi stranên Mizgîn Turan û Murat Demir bi dawî bû.