ROJEVA 28'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 28 Adar 2024
  • Rojev
 
* Jinên Mûşê diyar kirin ku yekane partiya fêdeya wê ji bo gel heye DEM Partiye û wiha gotin: “Dengên me îradeya me ne. Divê DEM partî bi serkeve. Divê biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Dem Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu û welatiyan pêvajoya hilbijartinê nirxandin. Welatiyên Êlihê ku bi biryarên qeyûman bişînin, li bende 31’ê Adarê ne. BI DÎMEN 
 
* Li Îdirê 6 mêrên ku nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine, derbarê wan de bi sûcê “destdirêjiya li hemberî zarokê” îdîaname hat amadekirin. Danişîna ewilî ya dozê dê di 10’ê Gulanê de bê dîtin.
 
*Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Çîdamli da zanîn ku çavkaniya tundiya li ser jinê polîtîka bêcezahiştinê ye û got divê li dijî vê rewşê teşeyên têkoşînê yên cuda bên nîqaşkirin. DÎMEN HEYE
 
*Demet Resuloglu ya di rojên borî de ji girtîgeha Jinan a Şakranê tahliye bû, diyar kir ku di pêvajoya greva birçîbûnê de zextên li girtîgehan zêde bûne, di vê pêvajoyê de rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin nekiriye. Demetê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan wek ‘ev darbeyeke li hember gelê Kurd e’ nirxand. DÎMEN HEYE
 
* Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir wê li Bazîdê mitînga hilbijartinê bê lidarxistin. (10.00)