Li Stenbolê serdegirtina malan: 9 kes hatin binçavkirin

  • 20:00 27 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtina malan de zêdetirî 9 endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê hatin binçavkirin.
 
Li Stenbolê di serdegirtina malan de zêdetirî 9 kesên ku navên wan nehat zanîn û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ne, hatin binçavkirin.
 
Sedema serdegirtina malan nehat zanîn, lê hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.