Ji bo mîtînga fînalê ya li Colemêrgê bang

  • 19:29 27 Adar 2024
  • Rojane
COLEMÊRG – Têxistina DEM Partî ya Colemêrgê ji bo mîtînga hilbijartinê ya sibê pêk tê belavok belavkirin.Belavkirina belavokan veguherî meşê û welatiyan bê navber dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’,’bijî berxwedana zindanan’ berz kirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê di çarçoveya xebatên xew de jib o mîtînga fînalê ya sibê saet di 12.00’an de li Kent Parki pêk tê bang kirin. Cigirê Hevserokatiya GiştÎ ya DEM partiyê Vezîr Parlak, parlamenterê Muşê Sezaî Temelî, parlamenterên Colemêrgê Oznur Bartin û Onur Duşunmez, namzetên hevşaredariya Colemêrgê û gelek kes tevli bûn. Li 14 tax û sûkê belavok hatin belavkirin.
 
Bi tevlibûna sedan kesî girse meşiya û derbasî Buroya Hilbijartinê ya DEM Partiyê bûn.
 
Parlamenterên herêmê, siyasetmedara berê Leyla Zana, parlamenterê Muşê Sezaî Temellî, hunermend Fuat Ege û Koma Dû Bra wê tevli mîtîngê bibin.