'Em tecrîdê qebûl nakin'

  • 15:32 27 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED/ÎZMÎR - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dest pê kirine li Amedê di roja 114'an de dewam dike. Her wiha Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê jî bi biryardarî dewam dike. 
 
Nobetên Edaletê yên li Amed û Îzmîrê bi daxwaza bi dawîkirina tecrîdê dewam dikin. Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dest pê kirine li Amedê di roja 114'an de dewam dike. Her wiha Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê jî bi biryardarî dewam dike. 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kirine li Amedê di roja 114'an de dewam dike. Gelek kes tevli nobeta ku li avahiya DBP'ê dewam dike bûn. 
 
Çalakiyê bi stranên kurdî û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”  dewam kir. 
 
Îzmir
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER û  Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê dest pê kir di roja 50'î de dewam dike. Di nobeta ku li rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakli dewam dike de dirûşmên “Bijî berxwedana zindandan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Dayika Aştiyê Perihan Kortak bang li Wezareta Dadê kir û got divê girtiyên nexweş demildest bên tehliyekirin. 
 
Her wiha Perîhanê da zanîn divê ji bo çareseriya meseleya kurd tecrîd bê rakirin û got ew tecrîdê qebûl nakirin çareseriya meseleya kurd dixwazin. 
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.