Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê didome

  • 14:54 27 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 613'an de bi komeke nû dewam dike.
 
Ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 'Nobeda Azadiyê' pêk tê.
 
Nobeda ku her hefte ji aliyê komek ji welatekî cuda yê Ewropayê ve tê meşandin, di hefteya 613'an de bi sê welatparêzên ji Elmanyayê dewam dike.
 
Nobedar Îlhamî Ozagar, Gûrbet Baran û Omer Bozkaya diyar kirin ku 12 sal in çalakiya nobedê dewam dike û heta azadiya Abdullah Ocalan jî wê dewam bike.
 
Bi navê komê Îlhamî Ozagar axivî û got, "Em di pêvajoya azadiya Rêber Apo de ne" û bal kişand ser pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" ku di sala 2023'an de di asta navneteweyî de hate destpêkirin.
 
Îlhamî got, "Ev pêngav pêngava azadiya gelê me û Rêberê me ye. Herdu jî bi hev ve girêdayî ye."
 
Îlhamî nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT a li hemberî tecrîdê da û got, "Ya ku Rêber Apo rizgar bike berxwedana gelê me ye." Îlhamî bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabe û got, "Divê gelê me ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava liv û tevgerê. Çi ji destê me tê divê em bikin."