Hatîce Yildiz sewqê nexweşxanê hat kirin

  • 14:20 27 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê diyar kirin ku Hatîce sewqê nexweşxaneyê hatiye kirin. 
 
Derheqê Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Esenyurt a Stenbolê dijiya, bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” doz hate vekirin. Piştî darizandina 3 salan, bi heman îdiayê 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Hatîceya ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn, li ser sedyeyê ji malê hate derxistin û xistin girtîgehê. 
 
Parêzerê Hatîceyê di 25’ê adarê de bi miwekîla xwe re hevdîtin kir. Parêzer ji bo Hatîceyê  serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Her wiha parêzeran ji bo bi kurê xwe re hevdîtin bike serî li Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dan, dozgerî ji ber ku roja hevdîtinê nêz e daxwaz red kir. Malbata ku îro çu serdana Hatîceyê, da zanîn ku ew birinê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dr. Sadî Konuk.