Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin

  • 14:19 27 Adar 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT'yê kirin û gotin “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê di demeke nêz de gav bên avêtin.”
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), Komeleya Saziyên Sivîl a di Pergala Înfazê ya Cezayî de (CÎSST), Baroyên Mûşê, Wanê, Êlihê, Amedê, Colemêrgê, Mêrdînê, Rihayê, Şirnexê bi îmzeya hevkar, di 12’ê çileya 2024’an de têkildarî binpêkirina mafê hevdîtinê yê malbat û parêzeran ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê nameyek şand. 
 
Saziyên ku îmzeyên wan di nameye de hebûn têkildarî nameya ku ji CPT’yê re şandin li Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku di nameya xwe ya ji CPT’yê re şandine de bal kişandine ser tecrîda mûtleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
'Divê CPT berpirsiyariya xwe bi cih bîne '
 
Huseyîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di nameya xwe ya ji CPT’yê re şandibû de gotibû ku em li bendê ne ku CPT ji ber şert û mercên giran ên li Girtîgeha Îmraliyê berpirsyariya xwe bi cih bîne û tevkariyê li çareseriyê bike. 3 sal in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, nayê girtin. Rewşa ku destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û têkiliya wan a ji cihana derve hatiye qûtkirin bi hemû encamên xwe ve didome. 
 
Em ê pêvajoyê bişopînin
 
Bi kurtasî em weke saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên îmzeya wan li jêr hene, ji bo vê pirsgirêka ku ji aliyê normên hiqûqî û rêgez û nirxên mafên mirovan ve nayê qebûlkirin, demildest gav bên avêtin û em ê pêvajoyê bişopînin.”