'Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'

  • 13:11 27 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Di 111'emîn roja Nobeta Edaletê de peyama "Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin" hat dayin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dest pê kir di roja 111'emîn de dewam dike. Komîsyona Xaçort a Rêya Armûşê û gelek welatî tevli çalakiya ku li avahiya DBP'ê ya Wanê dewam dike, bûn. 
 
'Dengê me jî têkoşîna me jî ji bo çareseriyê ye'
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Ayten Salgir, di çalakiyê de diyar kir ku nobet ev 3 meh in dewam dike û wiha got:"Çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan dest pê kiriye jî ji 3 mehan zêdetir e dewam dike. Banga me ji bo hemû gel û mirovahiyê ye. Dengê me jî têkoşîna me jî ji bo çareseriyê ye. Ev bi hev re girêdayî ne. Bila derê Îmraliyê û hemû zindanan vebe. Bila tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe û hevdîtin dest pê bikên."
 
Çalakiyê, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi stranên hatin gotin dewam kir.