Ji Qersê peyama 'Em rêya sêyemîn in'

  • 11:06 27 Adar 2024
  • Ramyarî
 
QERS - Li Qersê di mîtînga ku bi hezaran kes lê kom bû de bang li hemû gelan hat kirin ku di bin sîwana DEM Parityê de cih bigirin û peyama 'Em rêya sêyemîn in' hat dayîn.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Meydana Cumhuriyetê ya Qersê mitînga hilbijartinê li dar xist. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û girseyê heta demekî dirêj govend gerand. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Gonen girse silav kir. 
 
Ji namzetên hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Derman got ku ji bajarê wan re xizmet nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Kolanên bajar di nava gilêş de mane û ji ber nesexbêrkirinê nema dikarin bên bikaranîn. Em ê pirsgirêkên gelê xwe bi rêveberiyeke demokratîk çareser bikin. Qers, qodîka Tirkiyeyê ye. Ziman, nasname, çand û baweriyên cuda lê dijîn. Em ê bi feraseteke şaredarvaniya demokratîk hemû cudahiyên vî bajarî birêve bibin. Em ê pirzimanî û pirçandiyê esas bigirin.” 
 
Namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci jî diyar kir ku dê pirsgirêkên bajar bi hev re çareser bikin. Karahanci, wiha domand: “Em ê rêveberiyeke ku gel xwedî gotin ava bikin. me bi dengên we şaredarî bi dest xist û piştre qeyûm lê hate tayînkirin. Niha jî kesên ne qersî anîne bajar û dixwazin îradeya me xesp bikin. Rantxwir, diz û çete naxwazin em şaredariyê bi dest bixin.” 
 
'Li vî bajarî dê her kes bibe xwedî gotin'
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî girse silav kir û got, "“Em ê li kêleka hev bisekinin û bajarê xwe biparêzin. Bîranîna vî bajarî pir zindî ye. Di sala 2019’an de çeteyan ev bajar bi rê ve bir. Qerseke ku çop lê nehatibû komkirin, mûçe nedihatin dayîn hebû. Niha ew çete, talankar, mafya dîsa dixwazin Qersê bigrin. Em ê rê nedin van çeteyan. Hemû bi hev re, wek niştecihên vî bajarî, em hêjayî xizmeta herî baş in. Em dixwazin ev bajarê dîrokî bibe paytexta geştiyariyê. Tenê em dikarin vê yekê bi hev re bikin. Weke DEM Patiyê em bi hevşaredarên xwe yên şaredariyê re tên xizmeta gelê Qersê. Em tên vî bajarê ku îradeya wî bi tayînkirina qeyûman hatiye desteserkirin ji nû ve zindî bikin. Em ê rê nedin ku Qers hemû derfetên xwe bide alîgiran. Her kesên li vî bajarî dijîn dê li ser çavkanî û paşeroja vî bajarî bibin xwedî gotin."
 
 
'Qers DEM Partî ye'
 
Herî dawî Hevserokê DEM Partiyê yê giştî Tuncer Bakirhan axivî û ev tişt ogt, “Ber bi hilbijartinên 31’ê Adarê ve hinek kes terekemeperestiyê, azerîperestiyê dikin. Lê em ê kurdperestiyê nekin. Ji ber ku em partiya gelan û hemû baweriyan e. Cihê kurdekî di DEM Partiyê de çiqas hebe, yê gelên din jî ewqas heye. Qers, DEM Partî ye. DEM Partî, mîna Qersê rengîn e.” 
 
Dixwazin bibêjin Neyên Qersê
 
Bakirhan, daxuyand ku armanca wan ew e ku şaredariyê bi ferqekî mezin bi dest bixin û wiha got: “Dê navnîşana malbatên nikarin ji zarokên xwe re şîr bibin şaredarî be. Dê ji bo jinên bêkar qurs û kooperatîf bên avakirin û şaredarî hemû derfetên xwe pêşkeş bike. Dê ciwanên qersî li ser xaka xwe zikê xwe têr bikin û koçber nebin. Ez soz didim we ku dê her qirûşekî bişopînim. Em ê vê derê bikin paytexta turîzmê. Li vir Dogu Ekspresî heye. Navberekê xelkê penîr û hingivê xwe difirot. Hotêl tije dibûn. Lê nihêrtin xelk sûdê jê digire, îcar hatin û çûna malbateke du ferdên wê hene derxistin 25 hezar lîreyan. Dixwazin bibêjin çi? Dixwazin bibêjin neyên Qersê, betlaneya xwe li vir nekin. Dixwazin xelkê bajar bêkar bimîne. Em soz didin ku bi hatina me re dê turîzm zindî bibe.”  
 
'Em rêya sêyemîn in'
 
DEM Partî jehrkuja yekperestî û zordestiyê ye. DEM Partî mala her kesên li gel Tirkiyeya demokratîk e. Em hemû kesî vedixwînin bin dara DEM Partiyê. Heke li Tirkiyeyê partiyeke li gel we cih bigire, ji bo we têdikoşe hebe ew jî DEM Partî ye. DEM Partî, ne tenê partiyeke hilbijartinê ye, her wiha têkoşîn û dîrok e. Lewma em li bin dara DEM Partiyê ku navnîşana kedkar û xizana ye bên gel hev. Ji ber ku em Rêya Sêyemîn in. Em partiya jin, kedkar, ciwan û bindestan e. Tu kes dê nekare me ji Rêya Sêyemîn bike û teşe bide me. Rêya Sêyemîn, rêya têkoşîna li dijî faşîzm, nelirêtî û bêedaletiyê ye. Navnîşana vê jî DEM Partî ye. Heke rêyek hebe ew jî rêya me ye. Banga min li her azarî, terekeme û kedkarên Qers û Tirkiyeyê ew e ku di bin dara DEM Partiyê de bibin yek, têbikoşin û dengê xwe bidin.” 
 
Mitîng bi guhdarîkirina stranan û govendê bi dawî bû.