Ji Qereyaziyê bang li AKP'ê kirin: Hûn nikarin bi ser kevin

  • 10:13 27 Adar 2024
  • Ramyarî
 
ERZIROM - Di mîtînga li Qereyaziyê ya têkildarî hilbijartinên herêmî de bi hezaran kes amade bûn, ji hikûmeta AKP'ê re peyama "Hûn çi bikin jî hûn bi ser nakevin" hat dayîn û hat ragihandin ku rayedarên dewletê ji bo AKP'ê dixebitin.
 
Bi tevlibûna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li navçeya Qereyazî ya Erziromê mitîng hate lidarxistin. Qada ku mitîng lê hate lidarxistin bi saetan ji berfê hate paqijkirin. Tevî hewayê sar jî gelek kes tev li mitîngê bûn. Di mitînga ku piştî rêzgirtinê dest pê kir de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bahar Goksû û Fûat Tûtkûn axaftinek kirin. 
 
‘Dê bihar were Kurdistanê’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, anî ziman ku dê di 1’ê nîsanê de bihar were Kurdistanê û bi lêv kir ku DEM dê bi serkeftineke mezin ji hilbijartinê derkeve. Keskîn, bi lêv kir ku dê di 1’ê nîsanê de bajar û navçeyan ji xespê xelas bikin û wiha got: “Em ê li Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest bixin. Em ê vê serkeftinê diyarî gel û dayikên xwe bikin. Lê ji bo vê ev her çar rojên dawî ji bo me gelek girîng in. Ev hilbijartin ji aliyê kurdan ve gelek girîng e. Erdogan û Bahçelî her roj li ser televizyonan dibêjin ‘Heke em serbikevin, em ê şer îlan bikin’. Em jî dibêjin ku em ê serbikevin û pêşiyê li vê siyaseta şer bigirin. Ev hilbijartin di heman demê de referandûma ziman, nasname û hebûna kurdan e. Li ku bibe bila bibe em ê hemû derfetin xwe ji bo serkeftinê pêşkeş bikin. Ji ber vê yekê divê herkesên li derve bên vê derê û deng bikarbînin. Heke derfetên we nebin, partiya me dê we bigihîne bajarên we.”
 
‘Nikarin bi ser bikevin’ 
 
Keskîn, bi lêv kir ku ev hilbijartin ji bo gelê kurd hilbijartina serkeftin û xîretê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e vîna me tê xespkirin. Ewqas bêexlaq in ku ne bi hilbijartinê bi rêbazên bêexlaq şaredariyên me xesp dikin. Kesên li dijî vîna me nikarin bisekinin qeyûman tayîn dikin. Lê bila were zanîn ku em qet destûrê nadin vê yekê. Niha hemû karmend û saziyên dewletê ji bo AKP’ê dixebitin lê dîsa jî dê nikarin serbikevin.”
 
Mîtîng bi govend û dirûşman bi dawî bû.