Colemêrg ji bo fînalê amade ye

  • 10:00 27 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Raiba Onver
 
COLEMÊRG - Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut, ji bo mîtînga fînalê bang kir û got:"Ji bo em bêjin hûn nikarin a ku aîdî me ye ji me bigirin, ji bo em bersiva herî bi hêz bidin em li hêviya hatina gelê Colemêrgê ya ji bo mîtîngê ye."
 
Ji hilbijartinên 31'ê Adarê re çend roj man. Wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) sibehê li Colemêrgê mîtînga fînalê li dar bixe. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut, gelê Colemêrgê vexwend mîtînga ku wê di 28'ê Adarê de bê lidarxistin û wê Leyla Zana jî tevlî bibê. 
 
'Dewlet ji bo hilbijartinê polîtîkayeke cuda dişopîne'
 
Humeyrayê da zanîn her hilbijartinên ku çêdibên ji bo gelê kurd girîng in û wiha got:"Ji bo hilbijartinên herêmê jî bi gel re coş û kelecaneke mezin heye. Bi qeyûman re hat xwestin hafizaya bajêr ji holê rabe em bi hilbijartineke wiha rû bi rû ne. Dewletê di her serdemê de li dijî şaredariyên me polîtîkayên nû kir meriyetê. Niha jî bi konsepteke din hat. Vê carê dewlemendê Colemêrgê kirin namzet û dibêjin qey wê pereyên xwe gelê Colemêrgê bikirin. Bi tarzeke gelê Colemêrgê biçûk bixin nêz dibin. Bi pêşhilbijartinan kelecaneke cidî ya hilbijartinê hebû. Piştî namzetên me hatin diyarkirin me buroyên xwe yên hilbijartinê vekir û ev yek jî bi hêz derbas bû. Li vir di eslê xwe de gel bersiva pêwist da. "
 
'Em li her qadê bi gel re tên gel hevdu'
 
Humeyra da zanîn ew ji xebatên dikin hêzê digirin û pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê jî xurt derbas bûn gel eleqeyeke mezin nîşan da û wiha got:"Gelê Colemêrgê bi vê re nîşan da ku îradeya wan nikare bê firotin. Xebatên me li her qadê dewam dikin. Em serdanên li tax, kolan, gund, kuçe û esnafan dewam dikin. Em li her qadê bi gel re tên gel hevdu. Gel di Newrozê de qad tije kir û nîşan da ku di eslê xwe de hilbijartin li wir qediyaye."
 
Banga ji bo mîtîngê
 
Humeyrayê da zanîn ew ê di 31'ê Adarê de herin ser sindoqan û got:"Em ê di 28'ê Adarê de mîtinga fînalê li dar bixin. Em ê li wir nîşan bidin ku îradeya gelê Colemêrgê nikare bê kirîn. Di 28'ê Adarê de em ê saet di 12.00'an de li ber Ulu Camiyê ya Colemêrgê mîtînga xwe li dar bixin. Ew ê gelek mirovên bi qîmet tevli mîtîngê bibin. Leyla Zana, Fadil Bedirhanoglu, Sezai Temelli jî wê tevli mîtîngê bibin. Ji bo em bersiva pêwist bidin em gelê xwe vedixwînin mîtînga fînalê."