Aktîvîsta TJA'yê Nesîbe Uygûn: Xwedî li îradeya xwe derkevin

  • 09:06 27 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun, balkişand ser girîngiya meha Adarê û got jin ji bo xwedîderketina 8’ê Adar û Newrozê li qadan bûn û got: “Ev coş wê bandor li sindoqan bike. Divê her kes bi taybet jin xwedî li îradeya xwe derkevin.”
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nesîbe Uygun da zanîn ku wek her sal îsal jî ji bo parastina mafên xwe di 8’ê Adarê de li qadan bûne. Nesîbeyê çalakiyên jinan yên ji 8’ê Adarê heta Newrozê nirxand û peyama wê berxwedan bidome da.
 
Nesîbeyê diyar kir ku 8’ê Adarê roja berxwedanê ye û got: “Jin her tim di civakê de tên çewisandin û ji wekheviyê tên durxistin. Lê tevî her tiştî jin berxwedana xwe didomînin. 8’ê Adarê ji bo jinên Kurd xwedî wateyek taybt e. Li seranserê cîhanê pirsgisrêkên jinan wekhev bin jî li Rojhilata Navîn zextên liser jinan zêdetirin. Jinên Kurd li dijî têkoşîn dan û her tim di hewldanê d ene. Di vê têkoşîna wekhevî û demokrasiyê de yên jiyana xwe ji dest dan hebûn. Yên bi salane di zindanan de ne hene. Lê tevî her tiştî têkoşîn domande.”
 
‘Jiyan ya me ye’
 
Nesîbeyê balkişand ser çalakiyên 8’ê Adarê û wiha daxuyand: “8’ê Adarê li her derê cîhanê hat pîrozkirin. Jinan peyama ‘Ez xwedî li xwe li bedena xwe li zimanê xwe derdikevim. Bi jin  jiyan azadî xwe rêxistin dikim’ bi zelalî dan. Rihê her demê cuda ye. Di sedsala 21’ê de jin di ji bo mafên xwe zêdetir dengê xwe bilind bikin. Her pêvajoyê ji xwe re dirûşme, polîtîka û hişyarbûnekê datînin holê. Jin her tim bi tundî û neheqiyê re tên rûhev. Ji ber vê jî dirûşme vê demê li ser azadî, wkeheviyê bûn.”
 
‘Çavê hemû kesî li Amedê bû’
 
Nesîbeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Di 8’ê Adarê de li Amedê mîtîng pêk hat. Çavê hemû jinan li wê mîtînga Amedê bû.’Jin jiyan azadî’ belkî şexsê Jîna Emînî de belav bû lê li seranserê cîhanê bi taybet jinên Kurd xwedî li nasname û jiyana xwe derdikevin. 8’ê Adarê ji bo jinan tê vê wateyê.  Çarçoveya 8’ê Adarê de gelek xebat pêk hatin. Herî dawî li gelek navend û navçeya mîntîngên fînalê pêk hatin.8’ê Adarê çiqa ji bo jinan girîng be Newroz jî ewqas girîng e.Ji bo Newroz bibe Newroz bi salan bedelên mezin hatin dayîn.Ji bo pîrozkirina Newrozê têkoşînên mezin hatin dayîn. Tevî hemû tundî, zext, êrîş û komkujiyan jinan dest ji têkoşîn axwe bernedan. Hem 8’ê Adarê hem Newroz ji bo jinan cihê berxwedan û têkoşînê ye.”
 
‘Jin wê xwedî li îradeya xwe derkevin’
 
Nesîbeyê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bibîr xist û wiha domand: “Em ê roja hilbijartinên li ser sindoqan bin.  Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Li pêş me pêvajoyek hilbijartinê heye. Ev du deme qeyûm îraeya gel xesp dikin. Jin wê li dijî van xespan li ser sindoqan bin û xwedî li îradeya xwe derkevin. jin ji bo xwedîderketina 8’ê Adar û Newrozê li qadan bûn. Ev coş wê bandor li sindoqan bikin. Divê her kes bi taybet jin xwedî li îradeya xwe derkevin.”