Tahliyeya girtî bi awayekî kêfî hat astengkirin

  • 09:05 27 Adar 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Sînan Yaşar ku piştî pêvajoya rêveberiyên xweser yên li Cizîrê hatîn îlankirin hat girtin û 12 sal ceza lê hat birîn, tahliyeya wî  ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ve bi gotina ‘kêfa me naxwaze derkevi’ hat astengkirin. Xwişka Sînan Sîbel Yaşar got divê lijne dawî li vê biryara xwe bîne.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û bi awayekî kêfî tahliyekirina girtiyan tê astengkirin, hevdîtin tên astengkirin û binpêkirinên mafan tên meşandin. Lijneya Îdarî û Şopandinê biryarên ku tu aliyê wê yê hiqûqî tune ne didin û îmzeyê davêjin bînê binpêkirinên mafan.
 
Sînan Yaşar di 2016’an de piştî rêveberiyên xweser yên li Cizîrê hat girtin û ewil şandin Sêwasê piştre jî surgunê Çankiriyê hat kirin. Herî dawî surgunê Aksarayê kirin û divê di 7’ê Kanûnê de bihata tahliyekirin lê ji aliyê lijneya Îdarî û Şopandinê ve hat astengkirin. 
 
 Xwişka Sînan, Sîbel yaşar da zanîn ku cezayê birayê wê qedyaye lê hîna nehatiye berdan û got: “Birayê min di telefonê de got tahliyeya wî hatiye astengkirin. Sedema wê jî lijneyê gotiye ku ‘em naxwazin tu derkevî kêfa me wisa dixwaze’. Birayê min wek endamê rêxistinê hat girtin. Lê seranserê dozê yek delîlek tunebû. Tevî ku tu delîl tunebû 12 sal ceza dan birayê min. Birayê min got divê her kes xwedî li girtiyan derkeve."
 
‘Herî dawî min salek berê dît’
 
Sîbelê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tahiyeya birayê min du caran hat astengkirin. Nêzîkatiya lijneyê nikare bê qebûlkirin. Pêkanînên kêfî didomin. Zext zêde dibin. Divê demildest dawîl li van pêkanînên dijhiqûqî bê.  Min herî dawî salek berê birayê xwe dît. Dixwazim biçim lê ji ber rewşa aborî em nikarin biçin.”