‘Bila dijmin ji ser axa me biçin’

  • 09:03 27 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Jinên Sêrtê der barê hilbijartinên herêmî û bendewariyên xwe de axivîn û gotin: “Em dixwazin ku kesên em bi îradeya xwe hildibijêrin bên rêveberiyê.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û hemû partî xebatên xwe bê navber dimeşînin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gund bi gun, tax bi tax, mal bi mal xebatên xwe dimeşîne û bi gel re tê cem hev. Li daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar dikin. Yek ji bajarên ku xebatên hilbijartinê lê tê meşandin Sêrt e. Jinên Sêrtê der barê ku şaredariyeke çawa dixwazin de axivîn.
 
‘Bila qeyûm ji ser axa me biçin’
 
Taybet Tekîn:Em aştî û azadiyê dixwazin. Em dixwazin bajarê xwe ji qeyûman bigirin. Bila qeyûm ji ser axa me biçin. Qeyûman tu fêde neda me. Ev ne cihê dijmin e. Ev axa me ye. Dijmin hatiye me ji axa me dike. Em qebûl nakin. Xwîna Kurdan li vir pir rijiyaye. Dixazin şaredariyên me ji destê me bigirin.
 
‘Qeyûman saziyên jinan girtin’
 
Soyler Tekîn:Ger ku şaredariya Sêrtê ne di destê qeyûman de bûya, wê rewşa jinan niha cuda bûna. Çawa qeyûm hatin saziyên jinan girtin. Qadên ku jin lê bixebitin neman. Ji ber vê pirsgirêka debarê derket holê. Em dixwazin şaredariyên xwe şûnde bigirin.
 
‘Êdî bes e’
 
Kaniye Erdogan: Em bi awayekî xurt diçin hibijartinan. Ji van zext û êrîşan re êdî bes e. Em şaredariyeke ku ji bo gel dixebitin dixwazin. Hevşaredarên me wê ji qeyûman baştir û zêdetir bixebitin.
 
'Me pirsgirêkên mezin dîtin' 
 
Emîne Dayan: Em dixwazin ji qeyûman xilas bibin. Me tu xizmeta qeyûman nedît. Me havînê pirsgirêkên mezin dîtin. Av nedihat. Me av bi tankêran dianî. Em naçin şaredariyan ji ber bi zimanê me naxivin. Em kesî ji şaredariyê nas nakin. Bila ji bo jin û zarokan qad bê vekirin.
 
‘Em şaredariyên xwe dixwazin’
 
Zeynep: Em şaredariyên xwe dixwazin. Em aştî, serkeftin û demokrasiyê dixwazin. Ji bo jinan qad tune ye. Jin di malê de hatine hepskirin. Şaredariya me bi ser keve wê tiştên xweş bibin.
 
‘Qeyûman ji bo Sêrtê tiştek nekirin’
 
Fatma: Jin azadî û serkeftinê dixwazin. Em dixwazin qeyûm biçin. Divê em dest bidin hev û qeyûman bişînin. Ji ber qeyûman ji bo Sêrtê tiştek nekirin.