Ji bo hilbijêrên bi tevger bang: Dengek dikare hemû xîleyan xera bike

  • 09:02 27 Adar 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
BEDLÎS - Jinên Tetwanê bang li hemû hilbijêrên bi tevger kirin û wiha gotin: “Dengek dikare hemû hîleyan xera bike. Tenê bila em xwe bigihînin hev. Divê em li ser sindoqê xwe bisekinin ku em bi hev re bi ser kevin.”
 
Di her hilbijaritnê de welatiyên ku îkametgaha wan li bajarên cuda ne, roja hilbijartinê tên bajarê xwe û dengên xwe bi kar tînin. Welatiyên ji Kurdistanê çûne metropolên Tirkiyeyê, ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin jî tên bajarên xwe ser sindoqê. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê amade dike. Rêxistina DEM Partî ya Tetwanê bi biryarbûneke mezin xwe amade dike û xwe digihîne hilbijêrên bi tevger.
 
Jinên Tetwanê diyar kirin ku li Tetwanê nêzî 4 hezar hilbijêrên bi tevger hatine tespîtkirin û der barê girîngiya hilbijêrên bi tevger de ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
‘Em bi hev re biser kevin’
 
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Emîne Dîkmen Irgat daxuyakirin ku welatiyên li bajarên rojava dijîn divê biçin rêxistinên DEM Partiyê û daxwaz bikin ku biçin bajarê ku îkametgaha wan li wir e. Emîneyê wiha dirêjî daye: “Divê hilbijêrên bi tevger bi nûnerên DEM Partiyê re bikevin têkiliyê. Divê her welatî ji bo bikaranîna denga xwe daxwaz bikin. Hevalên me wê bibin alîkar. Piranî hilbijêrên me li metropolan dijîn.  Welatî ji ber nebûna kar diçin bajarên rojava dixebitin. Di vê dema ku xizanî di asta jor de ye, welatî li derve dixebitin. Ji ber vê ji bo dengan tên bajarên xwe. Welatiyên li derve dijîn divê bên dengê xwe bi kar bînin. Em ê biser kevin.”
 
‘Divê em li sindoqên xwe xwedî derkevin’
 
Emîneyê balkişand ser girîngiya bikaranîna dengan û wiha bi lêv kir: “Hem hilbijêrên bi tevger gelek girîngin. Li her herêmê sed hilbijêr jî bên gelek girîng e. Me di demên borî de bi navberek kêm hilbijartin winda kiribûn. Ji ber vê her dengek ji bo me girînge. Her dengek ji bo her welatiyî girînge. Ji ber vê divê em li ser sindoqên xwe bin. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em wê rojê tu tiştekî nekin û xwedî sindoqan derkevin. Bila gelê Kurd wê rojê biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.”
 
Hilbijêrên bi tevger!
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya Tetwanê Fatma Aslanci jî balkişand ser girîngiya hilbijêrên bi tevger û wiha daxuyand: “Hilbijêrên bi tevger îkametgaha wan ne li bajarê lê dimînin li bajarekî cuda ku lê dijî ne. Ev kes ji bo kar ji bo şert û mercên din jiyana xwe li bajarên cuda didomînin. Welatî, ciwan, xwendekar û karkerên derfetên wan tune ne bên em wan tînin bajarê wan. Ji bo bikaranîna dengan bila serî li rêxistinên DEM Partiyê bidin, ji ser çapemeniya civakî xwe bigihînin me. Em derfet didin wan. Gel eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê dide.  Daxwaz li gorî berê pir zêde ne. Hilbijêrên bi tevger her roj li me digerin û dixwazin dengê xwe bi kar bînin.Divê her kes teqez dengê xwe bi kar bîne. Dengek dikare hemû hîleyan xera bike. Tenê bila em xwe bigihînin hev. Em li ser sindoqê xwe bisekinin. Em bi hev re bi ser kevin.”