27'ê Adara 1984'an: Weşangeriya Derdora Jinê hat avakirin

  • 09:01 27 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Şêwirmendî û Xizmet, Weşana Derdora Jinê A.Ş. a rêxistina yekem a femînîzma pêla duyam a Tirkiyeyê hat avakirin. 
 
Li gor hiqûqa 12'ê Îlonê avakirina komele, komîteyan zehmet bûn loma wekî forma rêxistinbûyinê şîrket hat hilbijartin. Şîrketê hem derfetê civînê hem jî derfetê çapê dida. Derdora Jinê bi saya bi dehan femînîstan hat avakirin. Lê belê serlêdana zagonî pênc jinan kirin. Ji avakarên Weşangeriya Derdora Jinê yên zewicî jî li gor Qanûna Medenî ya wê demê ji hevjînên xwe belgeyên destûrê yên bi tesdîk girtin. 
 
Jinan wekî çalakiya yekem pirtûkên xwe anîn gel hevdu û pirtûkxaneyek ava kirin. Jinan bi banga yekem jin dawetî navenda Beşiktaşê kirin. Ragihandin ku wan şêwirmendiya hiqûqê ava kirine. Dihat hedefkirin ku şêwirmedniya tendirustiyê jî bê avakirin.
 
2022: “Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçeyên Nivîskî” di 25'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ya Rojnameya Evrenselê de “Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin tazmînat xwest!” Ji nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan re hat dayîn.