Li Sîlopiyê banga ji bo mîtîngê ya bi coş

  • 20:15 26 Adar 2024
  • Rojane
ŞIRNEX- DEM Partiyê li Silopiyayê li 40 gundan bi karwanî gel silav kir. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Botanê kolan bi kolan û gund bi gund xebatên xwe didomîne. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyê yên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Renas Onuk û bi dehan welayitan li 40 gundên Silopiyayê bi karwanî tûr hatin avêtin. Karwana ji gelek wesayîtan pêkhatî rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Karwana DEM Partiyê gel silav kir û ji wan daxwaz kir ku 31’ê Adarê biçin raya xwe biavêjin û xwedî li vîna xwe derkevin. 
 
Amadekariyên mîtîngê 
 
Her wiha li navçeyê amadekariyên mitînga ku dê di 28’ê Adarê de li navçeyê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê bê lidarxistin, destpêkirin. Komîsyona amadekariyê li taxan mal bi mal digere û gel vedixwîne mitîngê.