Meleyê mizgeftê ji ‘îstîsmara zayendî’ hat girtin

  • 18:55 26 Adar 2024
  • Rojane
 
EDENE - Li Kozanê meleyê mizgeftê M.A , li zarokeke ku dihat qursê  ji 9 salî heta niha destdirêjî kir û ji sûcê destdirêjiyê hat girtin.
 
Li Edenê kesê bi navê M.A yê meleyê Mizgeftê bû li ciwanekî destdirêjî kiribû û der barê gumanbar de li Serdozgeriya Komarê Kozanê serlêdana sûc hat kirin. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de ciwan ji bo Kuranê fêr bike çûye qiursê û meleyê mizgeftê ji 9 salî de heta niha destdirêjî lê kiriye û ev heta 2022’an berdewam kiriye. Her wiha hat hînbûn ku gumqanbar dema destdirêjiyê dîmen kişandiye û bi dîmen tehdîd kiriye.
 
M. A ku hat binçavkirin, piştî îfadeyê hat girtin.