Li Rihayê xebatên hilbijartinê bê navber didomin

  • 19:29 26 Adar 2024
  • Rojane
RIHA - Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen, li qada Herêma Pîşesaziya Organîzeyê serdana karkeran kir, got: "DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê."
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê li navçeyên navendî û gundan dewam dike. Endamên partiyê mal bi mal li gundan û navendên navçeyan digerin û dikandaran ziyaret dikin, projeyên xwe vedibêjin û piştgiriyê dixwazin. Parlamenterên bajêr Mîthat Sancar û Omer Ocalan jî beşdarî xebatan bûn û doza piştgiriyê kirin. 
 
Eyyubiye
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen, Namzetên Hevşaredariyê yên navçeya Eyyubiyeyê Adalet Eriş û Halîl Akbaş, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de karkerên Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ziyaret kirin. Namzetên hevşaredatriyê bi karkeran re hatin cem hev û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Erkmen, di serdanê de axivî û diyar kir ku AKP'ê li Rihayê mîsyona mîhadê xwe temam kiriye û divê êdî biçe. Erkmen got: "DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê."
 
Karakopru
 
Namzeta din a Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî li navçeya Karakopru ya navendî beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Ozerê ku bi heyeta pê re ku namzetê hevşaredariyê yê Karakopruyê DEM Partî Ridvan Yavûz di nav de serdana Saziyên Perwerdehiyê yên Ûfûkê kir û bi mamoste, midûr û damezrînerên dibistanê re sohbet kir. Şand epaşê serdana Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê kir. 
 
Haliliye
 
Parlementerê Rihayê Mîthat Sancar jî tevlî xebatên li navçeya navendî Halîliyê bû. Sancar ku bi namzetên hevşaredariyê Sema Ateş û Suphi Yilanci re li pasajên Bexda, Ewropa û Japonê dikandaran ziyaret kir, helwesta partiya xwe ya ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk vegot û ji dikandaran piştgirî xwest.
 
Curnê Reş
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, namzetên hevşaredariyê Garîp Yaşil û Seyhan Paydaş, serdana namzetên keyatiyê yên taxan kirin. Paşê xebat bi serdana atolyeyên tekstîlê dewam kir. 
 
Hewag
 
Parlamenterê Riha yê DEM Partiyê Omer Ocalan li navçeya Hewagê beşdarî xebatên hilbijartinê yên partiya xwe bû. Namzetên Hevşaredariyê yên Hewagê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikaalî û heyeta bi wan re lı gundan bı coşeke mezın hatın pêşwazîkirin. Serdana li gundên Goynîk, Ûzûn, Bûrc, îrme, Îrce, Mogalcîk, Kûrmî û Tosînê dewam kirin.
 
Serêkaniyê
 
Li navçeya Serêkaniyê Namzetên Hevşaredariyê  Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman tevî baranê jî xebatên xwe berdewam kirin. Namzetên hevşaredariyê bi hev re serdana saziyan kirin û navendên rehabîlîtasyonê yên li navçeyê kar dikin ziyaret kirin. Namzetan bi rayedarên saziyê, mamoste û xwendekaran re hevdîtin kirin. Piştre jî serdanên malan kirin û bi jin û ciwanan re hevdîtin kirin.