Aktîvîstên Ewropî serdana ajansa me kirin

  • 16:42 26 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Komek ji parêzvanên mafên jinan ên ku ji Ewropayê ji bo têkiliyên cuda pêk bînin hatin Amedê, serdana ajansa me kirin.
 
Di serî de Elmanya, Slovenya, Fransa û Îngilîstanê ji gelek welatan parêzvanên mafên jinan serdana saziyên Amedê kirin. Çalakgeran piştî gelek sazî û rêxistinan JINNEWS'ê jî ziyaret kirin. Di serdanê de jinan ji bo ku JINNEWS’ê nas bikin hin pirs kirin û der barê xebatên ajansê de agahî girtin.
 
Jinên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê jî bûn diyar kirin ku ew ê xebatên hilbijartinê bişopînin û têkiliyên wan dê li Amedê bidomin.