Mîmariya bêhempa ya Kurdistanê: Qesra Îshaq Paşa

  • 09:06 7 Mijdar 2023
  • Galeriya Jinê
 
AGIRÎ - Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîdê ku xwedî cihên girîng ên dîrokî yên herêmê ye, bi hatina payizê re derdora wê bi rengên payîzê xemilî. Ji 4 aliyên welêt kes tên serdana qesrê, û eleqeyek mezin nîşan didin.   
 
Qesra Îshaq Paşa ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye û yek ji cihên girîng ên dîrokî yên herêmê ye, ji ber cih û mîmariya xwe her sal bi hezaran kesî pêşwazî dike. Qesr a ku bi 116 cûreyên xwe, tirbe, mizgeft, hewşên hundir û derve, eywanên meclîsê û haremê û diwarên xwe yên spehî pêk tê, ji çar aliyên welêt kes tên serdanê. Bi taybetî jî bi nêzîkbûna zivistanê re serdana qesrê ku zêde bûye, derdora wê bi rengên payîzê xemiliye.
 
Heybeta xwe diparêze
 
Qesra ku bin banê wê camkirî ye, gelek kevirên odeyên wê ji cih derketine. Kevirên derketine li quncikên odeyê hatine bicihkirin. Ji xeynî vê mecergeyên di dema paqijkirina berfê de tên bikaranîn jî zirarê dide zemîna qesrê. Li gor gelek çavkaniyan tê gotin ku kurê Mîr Mihemed Pîrbela Evdî Paşa di sala 1685'an de dest bi çêkirina wê kiriye û di sala 1784'an de jî temam kiriye. Qesra Îshaq Paşa di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ye û li cîhanê cara ewil di vê qesrê de pergala kalorîfer û qenalîzasyonê hatiye çêkirin.
 
Qesra ku dîwarên wê û erdên wê bi keviran hatine çêkirin, li gor agahiyên tên gotin bi kevirên spî yên gundê Kotîzê û kevirên reş ên Çiyayê Agiriyê ve hatiye çêkirin. Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî, tevî xisaran jî heybeta xwe diparêze.
 
Foto û Dîmen: Rojda Aydin