Bi avabûna rojê re Gola Wanê xweşiktir dibe

  • 09:02 26 Cotmeh 2023
  • Galeriya Jinê
 
WAN - Di van rojên ku demsala zivistanê nêz dibe de, Gala Wanê ya ku avabûna rojê rengê xwe yê sor didiyê, li gel rengê sor veduguhere gelek rengên din ên cûr bi cûr û mirov ji temaşekirina wê têr nabe.   
 
Dema ku mirov ji peravê navçeya Tuşbayê yê di dema avabûna rojê de li Gola Wanê temaşe dike, bi rengê sor yê ku roja li ber ava didiye dîmenên rengîn derdixîne holê. Di van rojên ku demsala zivistanê jî nêz dibe de, welatiyên ku dixwzin ji qrebalixiya li bajêr xwe dûr bikin li peravê Gola Wanê kom dibin û bi avabûna rojê re li gola ku vediguhere bi hezaran rengî temaşe dikin û li dengên pêlên avê guhdarî dikin.
 
Welatin ku wêneyê avabûna rojê bigirin berê xwe didin golê ji bo xwe bîranînên xweş û rengîn qeyd dikin. 
 
Foto: Zelal Tunç