Li 3 herêmên Stenbolê bayê DEM Partiyê... (3)

  • 09:06 24 Adar 2024
  • Dosya
 
Li Bakirkoyê dema DEM Partiyê ye!
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Bakirkoyê Elîf Tokay Ozturk ku jiyana xwe bi têkoşîna jinê hûnandiye, bi biryare bi DEM Partiyê re bi feraseta şaredariya azadixwaz a jinê navçeyê li rengê mor bixemilîne.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û Partiya Wekhevû Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe didomîne. Li Stenbolê jî xebatên xwe bê navber didomîne. DEM Partî bi namzetên xwe yên hevşaredariyê diçe hilbijartinan û nav gel de hêviyek mezin afirand. Di serî de hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê li 15 navçeyan namzetên hevşaredariyê, yên meclîsa şaredariyê hatin nîşandan. Li herêma sêyemîn yek ji navçeyên xwedî bîngehe kozmpolîte Bakirkoye. 
 
Li navçeyê Gelên Ermenî, Laz, Çerkez, Kurd, Suryanî bi hev re jiyana xwe didomînin. Bi salane rêveberî destê CHP’ê de ye û ji ber îdiayên nelêrêtiyê rastî bertekan tê. Navçe ji ber avahî û rezîdangan fetisiye û her wiha ‘Mala Piştevaniyê ya Ozgecan’ ku di 23’ê Sibata 2015’an de  ji aliyê Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Bakirkoy û şaredariya Bakirkoyê ve hatibû vekirin jî bê bandor e.
 
Gelê Bakirkoyê ne ‘CHP ne jî AKP’ê, DEM Partiyê wek hevî dibîne û dibêje niha dema DEM partiyê ye. Standa DEM Partiyê ya li Qada Azadiyê eleqeyek mezin dibîne. Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê li navçeyê xebatên xwe didomînin û rastî eleqeyek mezin tên. Namzeta hevşaredariyê Elîf Tokay Ozturk diyar dike ku wê pirsgirêkên navçeyê bi gelan û jinan re çareser bikin.
 
Elfî Tokay Ozturk pirsên ajansa me bersivand.
 
* Hûn dikarin xwe bidin nasîn. Elîf kî ye, çi dike?
 
Ez li Îzmîrê hatim dinê. Lê ji Mêrdînê me. Min di komîsyona baskê ciwanan de dest bi xebatên partiyê kir. Piştre di komîsyona jinan de xebitîm. Herî dawî min di Komeleya Jinan a Gokkuşagi de rêveberî kir. Wek aktîvîsta jinan dixebitim. Li Bakirkoyê dijîm. Ez esnaf im. Du keçên min hene. Ji beşa lojistîk mezûn bûm. Ez şîrketa kargoyê didim xebitandin.
 
* Wek DEM Partî hûn li Bakirkoyê bi îdiayek çawa derketin rê? Hûnê çawa ji pirsgirêkên navçeyê re bibin bersiv?
 
Ez Bakirkoyê hinekî dişibînim Mêrdînê. Ji ber cihekî pir çandiye. Kurd, Ermenî, Rûm, Elewî, Sunnî û her kes lê dijîn. Demên dawî de ji Ozbekîstan û Azerbeycanê koçê digire. Ji ber vê cihekî pir rengîn e. Gel li hember hev xweşbinî ne, xwedî li hev derdikevin, hev cuda nabînin. Mixabin ev gelê xweşik 10 sale ji aliyê şaredariyê ve baş nayê bi rêvebirin. Li navçeyê jin, zarok, kal û pîr zêde ne. Lê xizmet tuneye. Mînak kreşên şaredariyê tune ne. Portfoya jinên dixebite li Bakirkoyê zêde ye. Mixabin neçar dimînin zarokên xwe bidin kreşan.
 
Navê Navenda Jinê heye lê faliyet tuneye!
 
Kal û pîr zêdene. Hewcedariya wan bi lênerîn, xizmet û ziyarete heye. Hewcedariya wan bi sohbetê heye. Li Bakirkoyê mala lênerînê hebû, lê kal û pîr ji wir derxistin û şandin derveyê Stenbolê. Avahî ji aliyê şaredariyê dan kê nayê zanîn. Ji bo ciwan û zarokan tu qadek tuneye. Faliyetên çand, huner û sporê qelsin. Navê saziyan heye lê tu faliyet tune ne. Navenda jinê heye lê tu tiştek nayê kirin. Komîsyonên xizmeta şêwirmendiyê didin jî qelsin. Komîsyona îstîhdama jinê tuneye. 
 
Navendên xetên telefonê yên 24 saetan
 
Pirsgirêka peyzajê heye. Mînak dayikek bi ereboka zaroka xwe nikare di peya rê de bimeşe. Peyarê pir xerabin. Park xerabene. Mirov nikarin biçin parqan demek xweş derbas bikin. Li Bakirkoyê pirsgirêkên cidî hene. Em amadene van hemûyan çareser bikin. Em ê bi hevkariya koperatîfan ji daxwazên gelê xwe re derî vebikin û pirsgirêkan çareser bikin. Bakirkoy derguşa hunerê ye lê mixabin evqas jê hatiye durketin, cihekî ku jin û ciwan xwe lê îfade bikin nemaye. Em ê qadên çand ûhunerê vebikin. Em ê mîhrîcanên ciwan û jinan vebikin.
 
* Namzetiya we çawa hat pêşwazîkirin?
 
Gelê Bakirkoyê, dema bihist ku DEM Partî bi namzetên xwe diçe hilbijartinê bertekên pir erênî dan. Şaredariya Bakirkoyê niha destê CHP’ê de ye. Lê bertekan dibîne. Gelê Bakirkoyê DEM Partiyê wek hêvî dibîne. Dem Partî li Bakirkoyê bû hêvî.
 
* Gelê Bakirkoyê çima divê di bin DEM Partiyê de bên gel hev?
 
Divê di bin DEM Partiyê de bên gel hev. Ji ber DEM Partî partiyek muxalîfe. Li pişt sozên xw ene. Partiyeke ku ji bo vê bedel daye. DEM Partî ji bo Tirkiyeyê ronahiye. Bifikirin yekane partya li Stenbolê namzeta hevşaredariyê ya jin nîşan daye. Jin derxistiye pêş û piştgiriyê dide jinê. Jinê derdixe plana pêş. Wê jin cîhanê biguherin û xweşik bikin. Hedefa me ev e ku navçe wek rengên keskesorê cihê xwe di nav asîmanan de cih bigire û di bin asîmanan de azad û biewle bijîn.
 
*Bi dawî bû.