Li sê herêmên Stenbolê bayê DEM Partiyê… (1)

  • 09:08 22 Adar 2024
  • Dosya
DEM Partî ji bo Adalarê dê bibe nefesek nû
 
Marta Somek
 
STENBOL - Namzeta Adalar a DEM Partiyê Krîstîn Selekman, li Adalar ku îbadetxaneyên ermenî, elewî, rûm û gelek gelên din tune hatiye hesisbandin, bi feraseta şaredariyeke azadîxwaz hewl dide paçeyek nû vebike.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe didomîne. Li Stenbolê jî xebatên xwe bê navber didomîne. DEM Partî bi namzetên xwe yên hevşaredariyê diçe hilbijartinan û nav gel de hêviyek mezin afirand.
 
 Di serî de hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolêli 15 navçeyan namzetên hevşaredariyê, yên meclîsa şaredariyê hatin nîşandan. DEM Partî  ji bo gelên Ermenî, Laz, Çerkez, Kurd, Suryanî û Rûm dibe hêvî.
 
Em dosya xwe ya ku namzetên hevşaredariyên sê herêmên Stenbolê yên DEM Partiyê ku bersivên me bersivandin pêşkêş dikin.
 
Nameta Ermenî ya Adalar
 
Namzeta hevşaredariya Adalar a DEM Partiyê Krîstîn Selekman bi îdiaya ku ji gelan re bibe hevî bûye namzet. Em çîroka wê, feraseta wê ya şaredariyê ji wê guhdar dikin.
 
* Em dixwazin we nas bikin. Krîstîn kî ye, çi dike?
 
Ez di 1979’an de li Stenbolê hatim dinê. Min li zanîgeha Stenbolê fakulteya Veterînerê qedand. Min staja xw eli ser Mîkrobiyolojiya Xurekê kir. Ez li ser vê di labaratuvarê de xebitim. Min bi amatorî wêne dikşand. Piştre tevli bernameyan bûm û min perwerda wê girt. Ez wek hekîma veteriner serbest dixbitim. 
Em her tim neçar man nasnameya xwe vebêjin…
 
Mirov dibêjin ku ji ku hatine. Dibêjin hûn ji Ermenîstanê hatine. Gelê qedîm yên vî welatî nas nakin. Ev gel sê hezar sale li ser vê axê dijî. Ne tenê Ermenî, Rum, Kurd, Yahudî û Suyanî hene. Lê agahiya wan ji van gelan tunene.Min seranserê jiyana xwe nasnameya xwe ji kesan re vegot.
 
*Hûn wek namzeta DEM Partiyê bi îdiayek çawa derketin rê? Hûnê çawa ji gelê Adalar re bibin bersiv?
 
Adalar biçûke. Divê pirsgirêk bi hêsanî bên çareserkirin. Di 5 salan de  ev der wek Gravên Yewnan an jî wek bajarokek Swîsreyê dikaribû paqij û rêk û pêk bûna. Lê mixabin pirsgirêka paqijiyê heye. Perav hatine dagirkirin. Li vir kargerî hene.  Bi pere ji Midûriyeta Daristan, wezareta bajarvanî û derdorê kirê kirine. Ev der ji gel re jî girtîne. Tu pere didî û her tişt pir bihaye. Ji bo gel bikeve behrê peva nehiştine.Mirov bê pere nikarin bikevin behrê. Em nizanin pêşerojê de ev perav çi bibin. Pêşkêşî hinek kesan kirine.
 
Li hember baweriyan rêzdarî tuneye 
 
Der barê îbadetxaneyan de tiştek diyar nekirine. Li mala cemê ya Burgaza tesîsa civakî îlan kirine. Li hember baweriyan rêzdarî tuneye. Statuya hinek dêr û keşîşxaneyan diyar nekirine. Ji Îmarê re tên vekirin. lê em li dijî vê ne. Em pirsgirêka esas e. Pirsgirêka bermahiyan heye.  Raporek meya fîzîbîlîteyê hat weşandin. Em dixazin butçeya xwe ya veguhestina bermahiyan ava bikin. Em ê pêvajoyê demek urt de amade bikin. Xebatên me wê bidomin.
 
Li Adalar nexweşxane tuneye!
 
Rayaye şaredariyê tuneye. Walî û qeymeqam xwedî gotine. Biryara mekanîzmayê tuneye. Têkoşîna me div î alî de wê bidome. Em ê dawî li şaredariya rantê bînin. Kêmasiya navenda çandê heye. Em dixwazin ji bo zarok û ciwanan atolye, salonên bernameyan vebikin. Pirsgirêka din jî ya tenduristiyê ye. Li vir nexweşxaneyek tam teşekul tuneye. Em ê serî li wezareta tenduristiyê bidin. Li Grava Mezin nexweşxaneyek heye lê têr têr nake.
 
Em ê pêşî li rantê bigirin
 
Em ê ji bo sewalên kolanê jî xebatan bimeşînin. Ji bo wan xizmetek têr a veterîneriyê tuneye. Em dixwazin xebatkarên veteriner yên tam dem dixebitin bigirin. Divê ev li her gravê hebe. Her wiha feraseta me ya şaredariyek zelal heye. Em biserkevin em ê her meh tabloya xwe ya hatinû çûyînê li pêş şaredariyê daliqînin. Em ê dawî li şaredariya rantê bigirin. 
 
Li dijî veguhestin û şewatan tedbîr
 
Der barê Adakart de pereyê vîzekirinê heye. Ev jî gelek zêde ye. Serî kesî 435 lîra ye. Bifikirin ji malbatekê kes hene, her çar kes jî divê bidin. Ji bilî vê di çûyîn hatinê de pereyekî zêde tê dayîn. Li Adalar li gorî Stenbolê ev pir bilind e. Jiyana li Adalar divê evqas ne biha be. Emê peşî li vê bigirin. Em ê serî li ÎBB bidin. Em ê li dijî şewatan jî têkoşîna xwe bidomînin.
 
Xebatên we wê ji bo jinan çi bin?
 
Em dixwazin jin di rêveberiyan de xwedî gotin bûn. Ji bo îstîhdama jinan wê hewldanên me hebin. Em ê li meclîsê taxan ji bo jinan xebitin. Hewce bike em ê biçin serdana hemû jinan. Pirsgirêka îstîhdamê heye lê projeyên me jî hene. îstîhdama jinan pir girîng e.  Em partiyeke li dijî tundiyê ne û em dixwazin Peymana Stenbolê bikeve meriyete. Ji bo vê wê xebatên me hebin. EM nûneriya wekhev diparêzin. Li dijî tundiyê em dixwazin bi emniyetê re xebatek 
hevpar bimeşînin.
 
* Nêzîkariya gel a li dijî partiya we çaye? Namzetiya we çawa hat pêşwazî kirin?
 
Bertek xweşin. Ji zarokatiya xwe de em li vê gravê ne. Em ji vir in. Em ne ji derve ne. Zarokî, ciwaniya me li vir derbas bû. Em bi hev re mezin bûn. Ji ber vê li vir hawirek humanstî heye. Belkî li Stenbolê zehmetbûna lê li vir ev hêsane. Ev der wek bajarokek biçûke. Bi xweza xwe bi mîmariya xwe mîrateya çandiye. Ev der ji bo bikeve lîsteya mîrateyê em hewl bidin.
 
*Çima gel divê di DEM Partiyê de bên gel hev?
 
Bi taybet em dixwazin jin di bin DEM Partiyê de bên gel hev. Em dibêjin ku xwe îfade bikin. Partiya me bi taybet ji jinan re vekiriye. Em partiyeke ku her kes dikarin xwe têde rehet hîs bikin e. Em pir zimanî, pir çandî û pir nasnameyê diparêzin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. 
 
Sibê: Li Beşîktaşê wê bi DEM’ê re ‘rihê ciwaniyê’ derxe pêş