Sira Agir: Newroz (4)

  • 09:10 19 Adar 2024
  • Dosya
 
 
Pira ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê: Sema
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sema Yuce ku got "Ez dixwazim bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pir" di Neworzê de çalakî pêk anî û bû Newroz. 
 
Di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de pêvajoyên dîrokî hene. Di van pêvajoyan de herî zêde di Newrozan de ev derketiye pêş. Agir bi azadiyê, azadî bi jiyanê jiyan bi jinê hatiye avakirin û ev pêvajo wisa derketine holê.
 
Her pêvajoyê rotaya pêşketina têkoşînê diyar kiriye, karekterê demê pêvajoyê daniye holê. Li aliyekî din jî têkoşîn her çûye mezin bûye ya girîng jî rota xeta azadiya jinê diyar kiriye. Ji ber vê jî Newroz ji bo Gelê Kurd ji bo jinan wateyek wê ya cuda heye. Newroz bi jinan, bi jinên bûne Newroz tê nirxandin.
 
Sema Leyla, Serhildan…
 
Yek ji van jinan Sema Yuceye. Sema, Leyla an jî Serhildan. Sema Yuce, di sala 1971’an de li Agiriyê hat dinê. Malbata wê tevlî serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevlî têkoşînê bû. 
 
Li ser azadiya jinê hûr dibe
 
Sema di girtîgehê de li ser azadiya jinê hûr dibe û êrîşên li hember Gelê Kurd ji nêz ve dişopîne. Sema piştî sal derbas bûn di Newrozê de li zîndanê agir berda bedena xwe û dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî." 
 
Sema di nivîsek xwe de dibêje ku "Du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye." Di nameya xwe de dibêje "Aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e." 
 
Sema, 21’ê Adara 1998'an de piştî Bîrdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. 
 
Di 17’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da
 
Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyane, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyane û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”