Ji Koroya Jinan a Rengîn konsera bi 100 jinî

  • 15:45 11 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îngilistan Londonê Koroya Jinan a Rengîn bi koroyeke ku ji 100 jinî pêk tê re konsera 8’ê Adarê da.
 
Li Londonê Koroya Jinan a Rengîn konsereke 8’ê Adarê ya bi heybet da. Koroya Jinan a Rengîn di bin bunyeya Yekîtiya Jinên Sosyalîst de hate avakirin û her sal mezin bû, veguherî koroyeke mezin.
 
Koroya Jinan a Rengîn konser bi dirûşma “Ji bo cîhaneke wekhev û azad dik a jinan e” li Domînîon Centre’yê konser li dar xist. Bi sedan kes beşdarî konserê bûn. Konserê bi bîranîna jinên şoreşger ên berxwedêr û têkoşer ên hatine qetilkirin, destpê kir.
 
Mîmara koroyê û rêvebera hunera giştî Zûhal Yildirim Gok axaftina vekirinê kir û got ku ew bi kelecan in ku wê bi sed jinan re derkevin ser dikê.  Zûhalê wiha got: “Jin ji ber rolên xwe yên civakî tevî hemû kar û zehmetiyan, bi ked, biryardarî û înadeke mezin îro li pêşberî we ne. Ez vê îrade û kedê bi rêzdarî silav dikim. Silav ji jinên ku dikê azad dikin re.”
 
Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Çîçek Otlû ya beşdarî konserê bû, diyar kir ku jin pêşengê hemû şoreşên li dijî faşîzm, newekhevî û bêedaletiyê hatine kirin in. Çîçekê wiha dewam kir: “Silav ji wan jinan re yên ku di kêliya destpêkê ya sedsala 21’an de Şoreşa Rojava, xeta şoreşê ya jinan ava kirin.  Em wekhevî û azadiyê dixwazin. Em ê tu carî nebin koleyê vê sîstemê.”
 
Koroya Jinan a Rengîn piştre bi dirûşma“Jin Jiyan Azadî” derket ser dikê û gelek stran gotin.
 
Ji xeynî koroya jinan, hunermendên mêhvan Djanan Tûran, Çîgdem Aslan, Dîla Vardar, Gulseven Medar, Gul Bahar, Sûna Alan û Zeyno Dûrar jî bi koroyê re derketin ser dikê û stran gotin.
 
Her wiha koma erbaneyê ya jinan a girêdayî Akademiya Frame Drûm jî tevlî koroyê bû.
 
Bedriye Avcil li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst axivî û got: “Îro roja jinên girtiyên siyasî ne, ku li zîndanan li ber xwe didin û serî li ber faşîzmê natewînin. Ez ji vir car din îradeya jinên ku 8’ê Adarê derketin kolanan û serî li ber faşîzmê netewandin, silav dikim. Em ê li hemû qadan vê faşîst û paşverûtiyê hilweşînin.”
 
Di konserê de hunermendan û Koroya Jinan a Rengîn strana “Keça Kurda” bi hev re gotin û beşdarên konserê jî govend gerandin.