ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 24 Nîsan 2024
  • Rojev
 
* Li Lubnanê gelek binpêkirinên mafên zarokan tên jiyîn û yek ji van jî sûcên zayendî, temenê biçûk de zewicandin û xebitandine. Li dijî van binpêkirinan bi saya protestoyên pêk hatine parlamentoya Lubnanê ket amadekariya sererastkirina qanûnan û ji bo vê sererastkirinê bike jiyanê hîna çareseriyek mayînde nedîtiye. DOSYA 
 
* Hevşaredara Rêzana Amedê Leyla Ayaz da zanîn ku qeyûman bi israr gotin "Em ê şaredariyek bê deyn bihêlin" lê bi mîyonan deyn hiştine. BI DÎMEN
 
* Der barê gumanbar Mehmet Uyanik Ecevît  ku jina pê re zewicandî Vatfa Ecevît du roj piştî welidînî qetil kirde îdianame hat amadekirin û ji sûcê ‘ji qestî hevjîn qetilkirin’  cezayê muebetê hat xwestin û her wiha ji ber sedema birîndarbûna dayika wî Nebahat Ecevît jî ji sûcê ‘ji qestî kes birîndarkirin’ heta 18 salan ceza hat xwestin. 
 
* Jinan der barê mirinên biguman yên jinan û qetilkirinên jinan de axivî û gotin: “Çareserî cezayên giran yên ji bo gumanbaran bên dayînê ye. Ne jin divê gumanbar bên teşhîkirin. Pirsgirêka jinê pirsgisrêka civakê ye. Berpirsyariya her kesî ye. Daxwaza me zelal e. Em qetilkirinê naxwazin.” Em banga yekitiyê li dijî qetilkirinan dikin.” DÎMEN HEYE
 
* Girtiyên siyasî kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azad û çareserkirina pirsgirêka’, ji  4’ê Nîsanê şûnde  bi ‘boykotên hevdîtina malbatê, tefon û dadgehê’ veguherandin qonaxeke nû. Xizma girtî Şehrîban Uyanik bang li her aliyê civakê kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin.DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka DEM Partiyê ya Erdîşê Mecbure Açik xebatên hilbijartinên herêmî yên meşandine wek ‘şerê hebûn û tunebûnê’ bi nav kir û got  rol û mîsyona jinan di vê pêvajoyê de girîng bû. Mecbureyê her wiha destnîşan kir ku wê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin.  DÎMEN HEYE
 
* Bertekên li hemberî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber Tv didomin. Jinên Şengalê, diyar kirin ku ji bo veşartina qirêjiyên xwe êrişê ragihandinê dikin û gotin dê her piştevaniya rojnamevanan bikin. BI DÎMEN
 
*Jinên li Helebê nerazîbûnên xwe yên li hemberî dewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan dan û gotin:"Em azadiya Rêberê xwe diwazin. Divê tevahî rêxistinên ku bi azadî û mafê mirovahiyê bang dikin li hember rewşa Rêbertî bêdeng û bê bertek nemînin. Bêdengî dibe sedema mezinbûna aloziyan. "  BI DÎMEN
 
*Li Belçîkayên bi awayekî hevdem bi ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê de hatin girtin. Rojnamegeran der barê êrîşê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Dixwazin li ser gelê Kurd komkujiyê bikin. Ev jî beriya komkujiyê ye. Wê nikaribin dengê Kurdan qut  bikin. Çapemeniya Azad bêdeng nabe.”  BI DÎMEN
 
*Rojnameger Devrîm Aslan bertek nîşanê êrîşên li hember çapemeniya Kurd da û da zanîn ku wê ev zext çapemeniya Kurd hîn bêtir xurt bikin. Edîtora Medya Haber TV Heval Arslan jî daxuyakirin ku tevî hemû zextan wê heqîqetê ragîhinin û tu kes nikare heqîqetê bide sekinandin.