ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 23 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Lİ Başûrê Kurdistanê li hember zarokan her cureyên sûc zêde bûne û rêxistinên mafên mirovan, li dijî vê rewşê banga têkoşînê dikin. DOSYA
 
*Jinên ku di encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bûn hêza diyarker, bang li rêveberiyên herêmî kirin ku di ji nû ve avakirina bajaran de hevkariyê bikin û diyar kirin ku ew ê diyarker û şopdarên pêvajoyê bin. BI DÎMEN 
 
*Endamên Meclisa Şaredariyê yên Dem Partiyê, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û gotin bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Endama Meclisa Şaredariyê ya Dêrikê Naîme Akin Kizilay got, "Bêyî berxwedana gel tu tişt nayê bidestxistin, ger ku hûn êrîşî nirxên me bikin em ê jî bi parastinê bersivê bidin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut, da zanîn ew ê bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî " di 1'ê Gulanê de bi sendîkay û dostên xwe re li qadan, tecrîdê têk bibin û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin. 
DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku bertek nîşanî careke din girtina Makbule Ozer a piştî rapora ATK'ê ya "Dikare di girtîgehê de bimîne" dan, diyar kirin ku biryar siyasî ye û gotin ku ev rêbazeke nû ya kuştinê ye. DÎMEN HEYE