DEM Partiyê serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir

  • 14:22 22 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pêre serdana ajansên JINNEWS û MA'yê kir. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan û heyeta pêre bi minasebeta salvegera Roj Rojnamegeriya  Kurdî buroyên ajansa JINNEWS û Mezopotamya (MA) yên Enqereyê ziyaret kir. Rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol nûçegîhanên MA û JINNEWS'ê heyet pêşwazî kirin. Tuncer, di serdana JINNEWS û MA'yê de anî ziman ku rojnamegerên kurd 126 sal in bi bedelên didin heta îro hatine. 
 
Tuncer, anî ziman ku wekî ew li gel rojnamegerên kurd in û wiha got: "Em wekî DEM Partiyê li gel we nin. Ji Bedirxanan heta Apê Musa û Nagihan Akarselan rojnamegeriya kurdî heta îro hatiye. Rojnamegeriya kurdî îro bi Huseyin Aykolan berdewam dike. Pergal herî zêde rojnamegeran dike hedef. Em vê sekna we ya bi biryar, israr silav dikin."  
 
Piştre Huseyîn Aykol, anî ziman ku 22'ê nîsanê ji bo rojnamegerên kurd xwedî wateyek mezin e û wiha got: "Ev rêwîtî 126 sal in didome. Me ev kar dewir girtiye. Ez di serê salên 1990'î de tev i xebatên rojnamegeriyê bûm. Me dest bi amadekariyên Halk Gerçegi (Rastiya gel) kir. Me di şert û mercên zahmet de dest bi xebatan kir. Ji xwediyê çapxaneyan re gotin 'Hûn rojnamegerên hatine komkirin çap bikin, em ê dest dînin ser çapxaneyên we'  Me ala di 22'ê Nîsanê de dest pê kir dewir girt. 34 sal e bedelên pir giran tên dayîn. Me nêzî 50 hevalên xwe di vê oxirê de winda kir. Em nêzî 3 hezar kes di vê rêyê ed bi hevre meşiyan. Parek hevalên me sirgûnî ewropayê bûn. Parek wan hatin girtîn. Çi hat serê gelê me, hat serê me jî."